Cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê li Amedê hatin definkirin
Cenazeyên şervanê YPG'ê Ramazan Hantaş (Yilmaz Amed) û şervana YPJ'ê Hafîze Mutlu (Besê Amed) ên li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Amedê hatin definkirin.

Cenazeyên şervanê YPG'ê Ramazan Hantaş (Yilmaz Amed) û şervana YPJ'ê Hafîze Mutlu (Besê Amed) ên li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Amedê hatin definkirin. Piştî wecîbeyên olî ji bo şervanên YPG û YPJ'ê merasîm hate lidarxistin.
BI DIRÛŞMAN HATIN OXIRKIRIN
Piştî merasîmê cenazeyê Şervanê YPG'ê Ramazan Hantaş birin Goristana Yenîkoyê û hate definkirin. Di meşa hatî lidarxistin de dirûşmên, ‘Rêya şehîd rêya me PKK partiya me’, ‘Bijî serok Apo’ û ‘Şehid namirin’ hatin berzkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Piştre li ser navê MEYA-DER'ê Kasim Pervane axivî û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Rojhilata Navîn dikin û wiha got: "Di bin navê olê de êrîşî gelan dikin. Li hemberî van hovîtiyan berxwedanek bi rûmet hate nîşandan. Rêheval Yilmaz di vê berxwedana bi rûmet de bi lehengî şer kir û şehîd ket." Pervane anî ziman ku ala Hantaş hilgirtî wê bi têkoşînê bilind bikin.
Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen jî diyar kir ku kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dan rêya gelên li ber xwe didin ronî kirin. Birayê Hantaş Efendî Hantaş jî wiha got: "Birayê min tenê şehîdê me na şahîdê hemû Kurdistanê ye. Serê gelê me sax be."
JINAN CENAZE HILGIRTIN
Piştre cenazeyê Şervana YPJ'ê Hafîze Mutlu (Besê Amed) bi konvoyekê birin Goristana Deriyê Mêrdînê. Cenazeyê Mutlu li Taxa Ben û Senê ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Mutlu û alên YPJ'ê hatin hilgirtin. Piştî meşê cenazeyê Mutlu hate definkirin. Di axaftinên hatin kirin de Mutlu li hemberî çeteyên DAIŞ'ê rûmeta mirovahiyê parast û vîna jina Kurd nîşan da.