KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
FEDA kongreya xwe ya 6. lidar dixe
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji kongreya 6. a FEDA'yê re peyamek şand û got, "Elewî bi tenê di hilbijartinan de tê bîra CHP'ê. Di çavê CHP'ê de civata Elewî bi tenê depoyeke dengan e." -
Pêşmergeyan gundê Uzêriye ji çeteyan paqij kirin
Pêşmerge û hêzên Antî-Terorê gundê Uzêriyê yê girêdayî Daqûq ê Kerkuk, kirin bin kontrola xwe û ber bi gundê Etşan ve diçin. Şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe dewam dikin. -
Şervanê YPG'ê Çîftçî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Mûstafa Çîftçî (Şerzan Botan), ku dema Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê diparast jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
YPG: Li Kobanê û Til Hemîsê 19 çete hatin kuştin
Di encama operasyon û çalakiyên YPG/YPJ'ê yên li derdora Kantona Kobanê û başûrê Til Hemîsê de herî kêm 19 çete hatin kuştin, çeteyek jî bi saxî hat zevtkirin. -
Tevgera hewayî ya artêşa Tirk zêde bû
Tevgera hewayî û kemînên artêşa Tirk ên li qadên gerîla roj bi roj zêde dibin. -
Hewldanên dewletê yên ji bo provokasyonê dewam dikin
Li Geverê, hewldanên hêzên dewletê yên ji bo provokasyonê ev 4 roj in bê navber dewam dikin. Polîsên ku danê êvarê dor li taxan girtin, gule û bombeyên gazê li derdorê reşandin. -
Heyva Sor a Kurdistanê bê navber alîkariya Kobanê dike
Piştî şandina 4 ambulans û nexweşxaneyeke gerok, Heyva Sor a Kurdistanê îro jî 10 TIR tije pêdiviyên jiyanê derbasî Kobanê kir. -
Şervana YPJ’ê Baran bi dirûşman hat defnkirin
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Şerîfe Baran (Stêrk Hekarî) a 4'ê Sibatê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hate definkirin. -
Li başûrê Kerkukê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon
Li nêzî bajaroka Daqûq a girêdayî bajarê Kerkukê ya Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek berfireh hat destpêkirin. -
Ji ciwanan li hember polîsên xwestin bikevin taxan bertek
Duh bi şev di navbera ciwanên endamên YDG-H’ê û polîsên xwestin bikevin taxên Kişla, Orman, Cumhuriyet û Gungor ên Geverê de pevçûnan rû da. -
Gundê Paşacik ê Dêrsimê di têkoşîna hawirdorê de bi biryar e
Li gundê Paşacik ê navçeya Çemîşgezek a Dêrsimê gundiyan bertek nîşanî çêkirina gola avê ya hewl tê dayîn bê çêkirin, dan. -
Suryanî di salvegera 100. a Komkujiya Seyfo de li Înwardo dicivin
Li gundê Înwardo, ku ji bo Suryaniyên li navçeya Mêrdîn Mîdyatê dijîn cihekî pîroz e, wê ji bo Suryaniyên di êrîşa artêşa Osmanî de hatin qetilkirin 'Bîranîna Seyfo' were lidarxistin. -
Pêşangeha çapemeniya Kurd hat vekirin
Bi wesîleya salvegera Rojnameya Kurdistan a wek mîlada dîroka çapemeniya Kurd tê qebûlkirin, Rojnameya Azadiya Welat pêşangeheke ji manşetên xwe vekir. -
HDP’ê li Çemîşgezek buroya hilbijartinê vekir
Namzetên HDP’ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, li Çemîşgezek buroya hilbijartinê vekirin. -
Xebatên hilbijartinê yên namzetên HDP’yî didomin
Xebatên namzetên HDP’ê li Riha, Îzmîr Semsûr û Amedê berdewam dikin. -
Di teqîna li Hewlêrê de 3 mirî, 5 birîndar- HAT NÛKIRIN II
Li navçeya Enkawa ya Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê teqînek dijwar pêk hat û di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, nêzî 8 kes birîndar bûn. -
HDP roja Sêşemê danezana hilbijartinê aşkera dike
HDP’ê komxebata xwe ya 4 rojan bi beşdariya namzetan pêk hat bi dawî kir û wê roja Sêşemê danezana xwe ya hilbijartinê aşkera bike. -
Li Hewlêrê teqîn: Birîndar hene- HAT NÛKIRIN
Li taxa Enkawa ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ku piraniya şêniya wê Xrîstiyan in, teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku du endamên hêzên ewlekariyê û du kesên sivîl birîndar bûne. -
Li sêgoşeya Lîce, Karaz û Hêne tevgera leşkerî
Li bejahiya navçeyên Lîce, Karaz û Hêne yên Amedê tevgera leşkerî û tevgera keşfa balafirên bê mirov pêk tê. -
Li taxa Xirîstiyanan a Hewlêrê teqîn
Li taxa Enkawa ya Hewlêrê ku piraniya şêniya wê Xrîstiyan in teqînek pêk hat. -
Nasnameya 9 şervanên azadiyê hat aşkerakirin
Nasnameya 9 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, hat aşkerakirin. -
Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê anîn Riha
Cenazeyên şervana YPJ’ê Şerîfe Baran (Stêrk Hekkarî) û şervanê YPG’ê Mustafa Çîftçî (Şerzan Botan) ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan anîn Riha. -
Ji bo şervanê YPG’ê Coku û Yagan ê PKK'yî konê teziyeyê hat vedan
Ji bo şervanê YPG’ê Kemal Pîr Coku (Kemal Qoser) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da û gerîlayê PKK’ê Îbrahîm Yagan (Şahîn Salman) ê berê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Qoser a Mêrdînê konê teziyeyê hat vedan. -
Buldan: Pêvajo bi qasî ku nebe qurbanê pêvajoya hilbijartinê girîng e
Endama heyeta Îmraliyê ya HDP’ê û Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan çû serdana mala şînê ya ji bo gerîlayê HPG’ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) ê di pevçûna provokasyona Tendurekê de jiyana xwe ji dest da. -
Artêşa Tirk tevgera xwe ya leşkerî zêde kir
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî herêmên gerîlayan didome.