HDP roja Sêşemê danezana hilbijartinê aşkera dike

HDP’ê komxebata xwe ya 4 rojan bi beşdariya namzetan pêk hat bi dawî kir û wê roja Sêşemê danezana xwe ya hilbijartinê aşkera bike.

HDP’ê komxebata xwe ya 4 rojan bi beşdariya namzetan pêk hat bi dawî kir û wê roja Sêşemê danezana xwe ya hilbijartinê aşkera bike.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên HDP’ê de li Navenda Giştî ya HDP’ê ya li Enqereyê bi beşdariya namzetên HDP’ê komxebat hate lidarxistin. Komxebat bi dawî bû. Li gorî komxebatê wê ji 81’ê bajaran 550 namzet li 14 navendan çar rojan bixebitin. Di komxebatê de xebatên namzetan, pêşketin û bûyerên siyasî hatin gotûbêjkir.

Hate ragihandin ku wê HDP danezana xwe ya hilbijartinê roja sêşemê 21’ê Nîsanê li Stenbolê aşkera bike.