Ji ciwanan li hember polîsên xwestin bikevin taxan bertek

Duh bi şev di navbera ciwanên endamên YDG-H’ê û polîsên xwestin bikevin taxên Kişla, Orman, Cumhuriyet û Gungor ên Geverê de pevçûnan rû da.

Duh bi şev li navçeya Gever a Colemêrgê di navbera ciwanên endamên YDG-H’ê û polîsên xwestin bikevin taxên Kişla, Orman, Cumhuriyet û Gungor ên Geverê de pevçûnan rû da.

Di bûyerên ku ev 4 roj in didomin, tîmên taybet xwestin bi dehan wesayîtên zirxî bikevin taxan. Ciwanên li ser rêyan bend danîn bi molotofkokteylan û keviran xwestin polîsan asteng bikin.

Di pevçûnan de ji ber polîsan bi awayekî zêde bombeyên gazê bikar anîn bajêr di bin ewrên gazê de man.

Gelek kes ji ber gazê bandor bûn.

Di bûyerên ku heta saet 03.00'ê dewam kirin, hat dîtin ku dem dem çek jî hatin bikaranîn. Li malan xesarên madî rû dan.