Endama heyeta Îmraliyê ya HDP’ê û Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan çû serdana mala şînê ya ji bo gerîlayê HPG’ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) ê di pevçûna provokasyona Tendurekê de jiyana xwe ji dest daye. Buldan li wir axaftinek kir û diyar kir ku ev pêvajo bi qasî ku nebe qurbanê hilbijbijartinê girîng e.
Serdanên ji bo mala şînê ya ji bo gerîlayê HPG’ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) li Taxa Karaagaç a Îdirê hatiye avakirin didome. Ji aliyê endama heyeta Îmraliyê ya HDP’ê û Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan ku ji herêma 3. a Stenbolê ya HDP’ê namzet e, hevserokên HDP’ê, hevşaredar, endamên meclîsa giştî û şaredariyê jî di nav de ji aliyê sedan kesî ve hat ziyaretkirin.
Pervîn Buldan ji malbata Kizilay re sersaxî xwest û bal kişand ser provokasyonê ya ligel pêvajoya bêpevçûnê pêk hat.
Buldan da zanîn Ocalan, pêvajoya çareseriyê ji bo ku ti kes jiyana xwe ji dest nede, daye destpêkirin û gelê Kurd tiştên ku ketiye ser milê wan zêdetir pêk aniye û got: “Birêz Ocalan, hewl da ku li dijî her cureyê provokasyon û lîstikan li ser piyan bisekine. Lê di mîhrîcana çandina şitlan a bi munasebeta Rojbûna Birêz Ocalan pêk hat, di encama kemîna ku leşkerên Tirk daniye de hevalên me jiyana xwe ji dest dane.”
Buldan da zanîn ku çûne cihê ku provokasyon lê pêk hatiye, bi şahidên bûyerê re hevdîtin kirine û tespîtên di hevdîtinan de kiribû, parve kir. Buldan bi lêv kir ku leşker bi armanca provokasyonê şandine got: “Me raporek li ser agahiyên şahidan amade kir. Gelo hûn vê raporê nas nekin, wê kê guhdar bikin? Ger em bêjin di vê pêvajoyê de bila dayik negirîn, divê hûn bala xwe bidin vê.”
Buldan da xuyakirin ku ger vê bi gel re nekin, wê kê re bikin? û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Ev pêvajo di navbera Kurdan û Tirkdan de hat kirin. Ji bo hemû pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê ji holê rabe ev pêvajo hat destpêkirin.Ji bo gel bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û çanda xwe bijîn ev pêvajo hat destpêkirin. Lê hûn têkildarî pêvajoyê gavan navêjin, ev jî tê wateya ku hûn ji provokasyonan re zemînan ava dikin.”
Buldan wiha berdewam kir: “Ev pêvajo bi qasî ku nebe qurbanê pêvajoya hilbijartinê girîng e. Hewcedariya gelê Kurd bi girtina dengan a bi zextan tine. Kurdan li Agiriyê ji sedî 70 deng girt. Em naxwazin li kesî zextan bikin. Her kes wê li gorî dilê xwe dengên xwe bide. Kursiya parlamenteriyê ji canê Kizilkaya girîngtir nîne. Em dixwazin li vî welatî hizûr pêk bê. Lê hikûmet di vê mijarê de gavan navêje, provokasyonan pêk tîne.”