FEDA kongreya xwe ya 6. lidar dixe
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji kongreya 6. a FEDA'yê re peyamek şand û got, "Elewî bi tenê di hilbijartinan de tê bîra CHP'ê. Di çavê CHP'ê de civata Elewî bi tenê depoyeke dengan e."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji kongreya 6. a FEDA'yê re peyamek şand û got, "Elewî bi tenê di hilbijartinan de tê bîra CHP'ê. Di çavê CHP'ê de civata Elewî bi tenê depoyeke dengan e."
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), 6. kongreya xwe bi beşdariya 150 delegeyî re li bajarê Elmanya Leverkûsenê lidar dixe.
Ji Dergah û komîteyên li Elmanya, Belçîka, Fransa, Swîsre û Awûstûryayê, mêvan jî di kongreyê de amade ne.
Li salona kongreyê de portreyên Seyîd Riza, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Hz. Hasan û Huseyîn hatin daliqandin. Kongre bi Gulbanga Pîr Riza Yagmûr destpê kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê jî peyamek ji kongreyê re şand. KCK'ê di peyama xwe de diyar kir ku FEDA kongreya xwe ya salane di demeke gelekî girîng de lidar dixe.
Hevserokatiyê bal kişand ser cihê bawerî û civata Elewiyan li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku desthilatdarî û partiyên siyasî yên ji azadî û demokrasiyê bêpar in, her tim polîtîkaya dijminatiya Elewiyan meşandine.
KCK'ê diyar bibîr xist ku civata Elewî bi dehan caran rastî komkujiyan hatiye û da zanîn ku partiya damezrîner a dewletê CHP, dijminatiya xwe ya destpêkê ya li hemberî Elewî û Kurdan, bi komkujiyên xwe yên li Koçgirî û Dêrsimê nîşan daye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin têkoşîna herî xwezayî ya Elewiyan a ji bo jiyaneek demokratîk û azadiya baweriyê, rastî zextên giran hatine û ragihand ku mînakên komkujiyên Çorûm, Mereş, Gazî, Sêwas-Madimak ên dîroka nêz, tenê çend heb ji van e.
KCK'ê di dewama peyama xwe de destnîşan kir ku ya herî zêde bawerî û civata Elewî îstîsmar kir CHP ye û got, "Têkoşîna mafê civak û baweriya Elewiyan bi tenê bi polîtîkayên demagojî û îstîsmarê bi sînor kiriye. Elewî bi tenê di hilbijartinan de tê bîra CHP'ê. Di çavê CHP'ê de civata Elewî bi tenê depoyeke dengan e. Ji bo jiyana azad û demokratîk a civat û baweriya Elewiyan tênekoşiya ye. Bi tinehesibandina Elewiyan re di jiyana ji mafên xwe bêpar de rola dewletê çiqasî mezin û diyarker be, rewşa bêrêxistinî ya Elewiyan jî ewqasî firsend û zemîn pêşkêşî vê kiriye. Komkujî, sirgûn û polîtîkayên tinekirinê bê guman di vir de bi bandor in. Civateke ku nikare baweriya xwe bi awayekî azad bijî, nikare xwedî li nasnameya xwe derkeve, hatiye afirandin. Taybetmendiya bingehîn a baweriya Elewiyan, dijderketina li zilm, zordarî, neheqî û bê edaletiyê ye. Lê belê ev vîna berxwedanê bi giranî hatiye şikandin. Bi zorê hewl hatiye dayîn civata Elewî bê asîmîlekirin û di nava dewletê de bê helandin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê, di serî de ji bo baweriya Elewiyan ji bo azadiya hemû bawerî û nasnameyan têdikoş in û got, "Rêber Apo xwe bêhtir nêzî baweriya Elewiyan dîtiye. Bi qasî ku bêje, 'Eger ji min bipirsi ku baweriya min çi ye, bersiva ez ê bidim Elewî ye' ewqasî baweriya Elewîtiyê pejirandiye. Rêber Apo rêya jiyaneke azad û demokratîk a hemû ol û baweriyan, di têkoşîna li hemberî mêtîngeriyê de dîtiye û paradîgmaya vê afirandiye. Ji xwe di dîroka çil salî ya tevgera azadiyê de jî tê dîtin ku bi pêşketina têkoşîna azadiyê ay Kurdistanê re civata Elewî jî dibe xwedî derfeta zanebûn û rêxistinbûyînê. Rizgariya Elewiyan ji cîgiriya dewletê û palpiştiya CHP'ê, bi pêşketina tvgera azadiyê re bûye. Mîna hemû bawerî û çandên li Tirkiye û Kurdistanê, bawerî û civata Elewî jî li ser vê bingehê xwe birêxistind ike û vîna xwe ya demokratîk derdixîne holê."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku civat û baweriya Elewiyan di roja îro de bûye xwedî derfetên mûezem ên rêxistinbûyîn û pêşvebirina têkoşînê.
KCK'ê bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û diyar kir ku girîng e Elewî di vê hilbijartinê de derseke mezin bide AKP û CHP'ê.
Di peyamê de hat ragihandin ku hêzên demokrasiyê, hemû bawerî û çandên li Tirkiyeyê yekemcar di bin sîwanê de civiyane û hat gotin, "Desteka Elewiyan a ji bo HDP'ê bi qasî diyarkirina encama hilbijartinê, girîng e. Serketina HDP'ê di hilbijartinan de mîna hemû çand û baweriyan wê serketina jiyana azad û demokratîk a civata Elewiyan be. Em di wê baweriyê de ne ku xaleke girîng a kongreya we wê hilbijartin û pêşketinên rojane yên polîtîk be."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da zanîn ku ew bawer in wê li ser vê bingehê bi perspektîfeke rast, bi tempoyeke xurt a xebatê û bi biryardariyeke mezin Elewî giraniya xwe bidin pêvajoyê.
Li dû xwendina peyama KCK'ê rapora xebatên salekê yên FEDA'ê hat xwendin û nirxandin. Nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan, NAV-DEM, Civaka Kurdistanê, Enstîtuya Kurd, Însiyatîfa Kurecîkê, Însiyatîfa Mereşê, Navendên Civaka Demokratîk ên Koln û Leverkûsenê û KCD-Ewropa jî tevlî kongreyê bûn.