Pêşangeha çapemeniya Kurd hat vekirin

Bi wesîleya salvegera Rojnameya Kurdistan a wek mîlada dîroka çapemeniya Kurd tê qebûlkirin, Rojnameya Azadiya Welat pêşangeheke ji manşetên xwe vekir.

Bi wesîleya salvegera Rojnameya Kurdistan a wek mîlada dîroka çapemeniya Kurd tê qebûlkirin, Rojnameya Azadiya Welat pêşangeheke ji manşetên xwe vekir.

Rojnameya Azadiya Welat bi wesîleya salvegera Rojnameya Kurdistan a yekemîn rojnameya Kurd a 22’ê Nîsana 1898’an li paytexta Misrê ya Kahîre hat weşandin, li Navenda Çandê ya Cegerxwîn pêşangeh vekir. Wê pêşangeh heta 22’ê Nîsanê vekirîbe. Pêşangeh ji manşetên Azadiya Welat ên ji sala 1992’yan heta niha pêk tê.