Li başûrê Kerkukê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon
Li nêzî bajaroka Daqûq a girêdayî bajarê Kerkukê ya Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek berfireh hat destpêkirin.
Li nêzî bajaroka Daqûq a girêdayî bajarê Kerkukê ya Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek berfireh hat destpêkirin.
Li nêzî bajaroka Daqûq a girêdayî bajarê Kerkukê ya Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek berfireh hat destpêkirin. Hate hînbûn ku ji bo ketina pêşmergeyan a gundê Uzêriyê ya di destê çeteyan de ye, bi metreyan maye.
Di saetên sibehê de hêza dij-teror a Başûrê Kurdistanê ya di bin komutaya Lahor Şêx Cengî de ye û yekineyên pêşmegeryên li başûrê Kerkukê li nêzî bajaroka Daqûq li gundê Uzêriyê û derdora wê ya di destê çeteyan de ye operasyon dane destpêkirin.
Nûçegihanan diyar kirin ku çeteyan li herêmê li gelek herêman mayîn danîne û tevî vê hêzên pêşmergeyan kêm maye ku bikevin gundê Uzêriyê.
Pevçûnên li herêmê bi hemû dijwarî didome.