Xebatên hilbijartinê yên namzetên HDP’yî didomin

Xebatên namzetên HDP’ê li Riha, Îzmîr Semsûr û Amedê berdewam dikin.

Namzetên HDP’ê xebatên xwe yên li bajarên Îzmîr, Semsûr, Amed û Rihayê berdewam dikin. Di serdanê de namzetê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr got: “ev hilbijartin wê ne tenê bibe hilbijartina çend parlamenteran. Wê ev hilbijartin nîşan bide ka wê di sedsala pêşiya me de aşitiyeke çawa pêk bê.”

SEMSÛR

Namzetên HDP’ê yên Semsûrê Dr. Behcet Yildirim, Ferhat temel, Ayten Yilmaz û Bîrsen Tunç çûn serdana esnafan. Namzedan guhdarî pirsgirêkên esnafên ku eleqeyeke mezin nîşanî wan dan, kirin. Dr. Yildirim di serdanê de axivî û diyar kir ku pirsgirêkên cidî yên esnafan hene û destnîşan kir ku rêya çareseriyê HDP ye.

RIHA

Namzetên HDP’ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Yasîn Batan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de di saetên sibê de çû serdana Bazara Îmam Keskîn Bugday. Hevserokê HDP’ê yê navçeya Eyyubiye Hasan Durbîn jî tevlî serdanê bû û hevdîtin bi Serokê Komeleya Bazara Îmam Keskîn Bugday re pêk anîn.

'HÊVIYA ME JI RIHAYÊ MEZIN E'

Baydemîr di serdanê de axivî û bal kişand ku Riha di warê çandiniyê de bajarekî pêşeng e û got: ''Di nava hebûnê de tunebûn bi me didin jiyan. Dibêjin bi vê çarenûsa xwe razî bin. Polîtîkayên şaş ên aboriyê yên ku bi destê mirovan hatine nivîsandin ne çarenûsa me ye.''

Baydemîr da zanîn ku bendewarî û hêviya wan ji Rihayê mezin e. Osman Baydemîr got: “ev hilbijartin wê ne tenê bibe hilbijartina çend parlementeran. Wê ev hilbijartin nîşan bide ka wê di sedsala pêşiya me de aşitiyeke çawa pêk bê.”

Namzetê HDP’ê yê Yasîn Batan jî diyar kir ku li Rihayê Ereb, Kurd hemû gel di nava biratiyê de dijîn û got: “Ez weke erebekî min tu carî vê cûdakariyê nedîtiye. 7’ê hezîranê em ê vê biratiyê xurtir bikin.”

Namzet û heyeta pêre pitşre tevlî nimêja înê ya li Meqama Eyub Pêximber bûn.

ÇÛN SERDANA TELEVÎZYONÊN HERÊMÎ

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê ku careke din namzetê HDP’ê ye, çû serdana televîzyonên herêmî yên bajêr. Ayhan ji televîzyonan xwest ku bi awayeke serbixwe weşanê bikin û bi awayeke wekhev nêzîkê namzedan bibin.

WÊRANŞAR

Ji namzetên HDP’ê yên Rihayê Leyla Guven û Serhat Dîcle Yuksel jî xebatên xw eyên hilbijartinê li navçeya Wêranşara Rihayê berdewam kirin. Namzedan pêşî çûn serdana Şaredariyê û bi hevşaredaran Erullah Cîn û Fîlîz Yilmaz re hevdîtin pêk anîn.

Piştre Guven û Yuksel tevî rêveberên HDP û DBP’ê yên navçeyê çûn serdana esnafan ên li navenda navçeyê.

PIRSÛS

Namzetên HDP’ê yên Rihayê Dîlek Ocalan, Yagmur Akay û Ziya Çalişkan jî tevlî merasîma cenazeyê şervanê YPG’ê Huseyin Aksaslan a li navçeya Pirsûsê bûn. Piştî cenazeyê Akaslan spartin axê namzed vê carê  ji bo pêşwazîkirina cenazeyên du şervanên YPG’ê çûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ay Pirûsê.

PASUR

Ji namzetên HDP’ê yên Amedê Çaglar Demîrel û Nîmetullah Erdogmuş tevlî vekirina avahiya HDP’ê ya Pasûrê bû. Demîrel di merasîma vekirinê da axivî û diyar kir ku ew ê tevî gelê Pasûrê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê bidomînin û wê benda hilbijartinê derbas bikin.

Demîrel got: “AKP ji windakirina desthilatdariyê ditirse. Em ê bi berdewamî wan bitirsînin.”

Erdogmuş bal kişand ser Şoreşa Rojava û diyar kir ku modela li Rojava wê li Rojhilata Navîn guhertineke demokratîk pêk bîne.

ÎZMÎR

Namzetên jin ên HDP’yî li Îzmîrê tevlî civîna ji aliyê Koordînasyonan Hilbijartinê ya Jinan a HDP’ê bûn û bi jin û saziyên Elewî re hevdîtin pêk anîn. Namzedên HDP’ê yên Îzmîrê Pinar Aydinlari, Ayşe Ertek, Hulya Gungor, Eylem Yildiz, Ulku Çankaya, Melîke Ari, Semra Uzunok, Ayşe Ozen, Pinar Turk Berrîn Esîn Kaya, Şehnaz Baba Aktaş û Ayşe Firtina, Endama Meclîsa Partiyê (MP) ya HDP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û rêveberên HDP û HDK’ê jî tevlî civînê bûn.

Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Dîlek Aykan di civînê de axivî û bal kişand ser destkeftiyên têkoşîna jinan û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji bo hemû cîhanê mînak e.

Ji namzetan Pinar Aydinlar jî êrîşa li dijî Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropa (ATÎK) û endamên Partîzanê şermezar kirin.

Namzet Eylem Yildiz jî da zanîn ku ji ber ku ew parêzer bû bi êşên gel dizane û diyar kir ku HDP dikare van birînên gel derman bike.