Di teqîna li Hewlêrê de 3 mirî, 5 birîndar- HAT NÛKIRIN II

Li navçeya Enkawa ya Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê teqînek dijwar pêk hat û di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, nêzî 8 kes birîndar bûn.

Li taxa Enkawa ya Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê teqînek dijwar pêk hat û di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, nêzî 8 kes birîndar bûn.

Li taxa Enkawa ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ku piraniya şêniya wê Xrîstiyan in, teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku di teqîna saet derdora 17:45 de pêk hat de, sê kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku teqîn li kafeteryaya Nelly ya li nêzîkê avahiya Konsolosxaneya DYA ya Hewlêrê pêk hat. Li gorî agahiyên rayedarên ewlekariyê dane, teqîn di encama teqandina wesayita bombe lê hatibû barkirin de pêk hatiye. Hate diyarkirin ku di teqînê de 3 kesên sivîl jiyana xweji dest dan û yek ji wan welatiyê Tirkiyeyê ye.

Rayedarên Konsolosxaneya DYA ya Hewlêr jî ragihandin ku tu ziyan negihiştine avahiya konsolosxaneyê.