Ji bo şervanê YPG’ê Coku û Yagan ê PKK'yî konê teziyeyê hat vedan

Ji bo şervanê YPG’ê Kemal Pîr Coku (Kemal Qoser) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da û gerîlayê PKK’ê Îbrahîm Yagan (Şahîn Salman) ê berê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Qoser a Mêrdînê konê teziyeyê hat vedan.

Ji bo şervanê YPG’ê Kemal Pîr Coku (Kemal Qoser) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da û gerîlayê PKK’ê Îbrahîm Yagan (Şahîn Salman) ê 1999’an li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Qoser a Mêrdînê konê teziyeyê hat vedan.

Konê teziyeyê li Mala Gel a Şêx Davût Yalçinkaya ya Qoserê hat vedan. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG’ê û PKK’ê hatin daliqandin. Rêveberên rêxistina DBP û HDP’ê yên navçeyê, hevşaredar, nûnerên MEYA-DER, KURDÎ-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes hatin kon û sersaxî ji malbatan re xwestin.

Hat ragihandin ku wê sibe li konê taziyeyê ji bo Coku û Yagan mewlûd bê dayîn.

...