Şervanê YPG'ê Çîftçî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Mûstafa Çîftçî (Şerzan Botan), ku dema Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê diparast jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mûstafa Çîftçî, yê di 10'ê Cotmeha 2014'an de dema Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê diparast jiyana xwe ji dest da, li gundê Olek ê Bedlîsê li 'Şehîdgeha Xerzanê' hat veşartin.
Parlamenterê HDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Bedlîsê, Hevşaredarên DBP'yî yên bajar û navçeyan jî di nav de hezaran kesî cenaze li Navendên Bêhnvedanê yên Bûzlûpinarê pêşwazî kirin.
Konvoya ji sedan wesayîtî dûre ber bi 'Şehîdgeha Xerzanê' ket ser rê û 500 metre beriya gihaştina goristanê, girseya gel ji wesayîtan peya bû, darbesta Çîftçî ya bi alên PKK, KCK û YPG'ê hat pêçandin hilgirt ser milan û dest bi meşê kir.
Cenaze li ber dûayan hat veşartin. Bavê Çîftçî Mehmet Selîm Çîftçî li ser gora kurê xwe xwe axivî û ji tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest. Çîftçî got, "Bila Xwedê alî gerîla û girtiyan bike. Di serî de AKP ez hemû zilmkaran bi hêrs şermezar dikim."
Hevseroka HDP'ê ya Bedlîsê Nazîme Avras jî got, "Îro Arîn, Şerzan, Botan, Arîn Mîrxan, Dîlan Xerzan, di azadiya Kobanê de nemir bûn. Şehîdên me namirin."
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat jî got, "Axa Kurdistanê ya me ye. Li Kobanê bi saya Arîn Mîrxan, Şerzan, Botan û şehîdên şoreşê ev gel azad bû û Kurdistanê azadiya xwe ragihand."
Girseya gel piştî axaftinan ji goristanê veqetiya.