KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li ser şopa kevneşopiya çapemeniya azad
Îro 117. salvegera destpêkirina weşana rojnameya "Kurdistanê" ye. Îro Roja Rojnamevanên Kurd ên li hemberî sirgûn û mirinê kevneşopiya çapemeniya azad afirandine ye. -
Adir: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê HDP li Meclîsê be
Endama Koordînasyona KJK'ê Fatma Adir diyar kir, ku hikûmeta AKP'ê polîtîkayek ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û xwe îfadekirina çand, ziman û nasnameya Kurd, nameşîne. -
Li Kerkukê teqîn - HAT NÛKIRIN
Li bajarê Kerkukê yê Başûrê Kurdistanê teqînekê rû da. Di teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 30 kes jî birîndar bûne. -
Greva birçîbûnê ya Suryaniyan didome
Greva birçîbûnê ya ku bi armanca naskirina Qirkirina Seyfo ku ket sala 100'emîn, hatibû destpêkirin, di roja 2yemîn de berdewam dike. -
Şahîn û Onlu li Pilûrê buroya hilbijaritnê vekirin
Xebatên hilbijartinê yên bi pêşengiya Hevserokatiya HDP’ya Dêrsimê berdewam dikin. HDP’yiyan îro di çarçoveya xebatan de li navçeya Pilûr a Dêrsimê buro vekirin. -
Cenazeyê 3 şervanên YPG û YPJ’ê şandin Bakûr
Cenazeyên şervana YPJ’ê Buhar Kulîlk (Bêrîtan Batman), şervanê YPG’ê Îsmaîl Oktayî (Rênas Şoreş) û Mazlûm Aşkan (Canşer) ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe jidest dane, ber bi Bakurê Kurdistanê ve hatin oxirkirin. -
Polîs û leşkeran Kanîreşê dorpêç kir
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê leşker û polîsan bi çekên lûledirêj li kolan û qehwexaneyan nasname kontrol kirin. Şêniyên navçeyê nerazîbûn nîşanî vê pêkanîna polîsan dan. -
Buroya hilbijartinê ya HDP’ê ya Elbakê bi girseyî hat vekirin
HDP’ê li navçeya Elbak a Wanê buroya hilbijartinê vekir. Namzeta HDP’ê yê Wanê di vekirina buroyê de axivî û li hember provokasyonan banga hestyariyê kir. -
Acar ê YPG’yî ji aliyê hezaran ve hat oxiririn
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ridvan Acar (Dilxwaz Kerboran) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Kerboranê hate definkirin. -
Şervanê YPG’ê Orhan li Colemergê hat defnkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fazil Orhan (Cûdî Marînos) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna deh hezaran kesan li Colemêrgê hate definkirin. -
Karkerên di teqînê de birîndar bûn rakirin Amedê
5 kesên di teqîna ji ber gazê ya li tunela Bendava Farqînê de birîndar bûn, sewqî Amedê hatin kirin. -
Leşkerên Tirk êrîşî gel kirin
Leşkerên Tirk li gundê Yekmal ê navçeya Şirnex Qilabanê, êrîşî şêniyên herêmê yên bazirganiya li ser sînor dikirin, kirin. Hat ragihandin ku di bûyerê de 5 kes birîndar bûne. -
HPG: Tevgera leşkerî kêm maye rê li ber pevçûnan veke
HPG'ê da xuyakrin ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk gihîştiye wê radeyê ku di her kêliyê de dikare rê li ber pevçûnan veke. -
Li Şengalê 3 çete hatin kuştin
Di çalakiyên li Şengalê de 3 çete hatin kuştin. -
Pirtûk serbeste lê afîş sûc e!
Afîşên nasandina pirtûka ‘Nefela Birîndar’ û panela nirxandina pêvajoya agirbestê ya li Nisêbînê li bîlboardan hatin daliqandin, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê ve hat berhevkirin. -
Li Qoserê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
Di navbera sînorê navçeya Qoserê ya Mêrdînê û Rojava de cenazeyê ciwanekî 20 salî yê bi çekê hatiye kuştin hat dîtin. -
Patrîkê Keldaniyên Cîhanê li Amedê serdanên xwe didomîne
Patrîkê Keldaniyên Cîhanê Mar Louîs Rapael 1. Sakove, çû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Bîlîk ji aliyê hezaran ve hat defnkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Muhammed Bîlîk (Yilmaz Barzan) ê ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû bi beşdariya deh hezaran kesan li Cizîrê hat definkirin. -
Danezana encamê ya kongreya FEDA'yê hat aşkerakirin
FEDA'yê danezana encamê ya kongreya xwe aşkera kir. Di danezanê de Kobanê û Rojava hat silavkirin û ji Elewiyan hat xwestin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP were destekkirin. -
Li bajarê Hesekê xebatên komunê destpê kirin
Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Rojava (YCR), bi dirûşma "Ciwan ax, av û enerjiya xwe dike komun; jiyana azad ava dike" li Hesekê dest bi xebatên komunê kir. -
Li Êlihê operasyona qirkirina siyasî: Yek jê zarok 10 kes hatin binçavkirin
Îro di saetên sibê de li taxa Yavuz Selîm ekîbên Şaxa Têkoşîna bi Terorê re, bi ser malan de girtin û yek jê zarok 10 kes binçav kir. -
Baskê şikestî yê Quling ji aliyê gerîla ve tê cebirandin
Bi hatina biharê re carek din quling ketin ser rê û berê xwe dan zozanan. Qulingekî bask şikestî yê ji refa xwe qut bû, ji aliyê gerîlaya doktor Canda Rojhilat ve tê dermankirin û xwedîkirin. -
Li tunela bendava Farqînê teqîn
Di tunela bendava Farqînê de teqîn pêk hat. -
Cenazeyê şervana YPJ'ê Cûdî li Şehîdgeha Karasûngûr hat veşartin
Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) a ji Mako Jiyan Cûdî, ku di 10'ê Nîsanê de li Til Temirê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Mehmed Karasûngûr hat veşartin. -
Asûriyên Mûsilî: Alîkariya herî mezin PKK'ê da me
Asûriyên ji Mûsilê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koç bikin û xwe li Hêrêmên Parastinê yên Medyayê girtin anîn ziman ku ji bo wan cihê herî ewle qadên gerîla ye û gotin, "Li dijî êrîşan, alîkariya herî mezin PKK'ê da me."