Şahîn û Onlu li Pilûrê buroya hilbijaritnê vekirin

Xebatên hilbijartinê yên bi pêşengiya Hevserokatiya HDP’ya Dêrsimê berdewam dikin. HDP’yiyan îro di çarçoveya xebatan de li navçeya Pilûr a Dêrsimê buro vekirin.

Namzedên HDP’ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu li navçeya Pilûrê buroya hilbijartinê vekirin. Xebatên hilbijartinê yên bi pêşengiya Hevserokatiya HDP’ya Dêrsimê berdewam dikin. HDP’yiyan îro di çarçoveya xebatan de li navçeya Pilûr a Dêrsimê buro vekirin.

Bi pêşengiya HDP’ê ya Dêrsimê nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Gelên Demokratîk (FGD), Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP), EMEP, Partîzan çûn serdana navçeya Pilûr a Dêrsimê. Ji bo namzedên HDP’ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu buroya hilbijaritnê vekirin.  Di merasîma vekirina buroyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan vekirin.  Her wiha di merasîmê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin gotin.

Heyeta tevî namzedên HDP'ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn çûn serdana esnafên navçeya Pilûrê. Namzedên HDP’ê da zanîn ku ew ê ji bo pirsgirêkên esnafan li çareseriyê bigerin û ji bo “Jiyana Nû” ji esnafan destek xwestin.

Piştî vekirina buroya hilbijartanê, Şaredarê Pilûrê Fatîh Mehmet Maçoglu axivî û got: “Em ê gund bi gund bigerin û xwe bi wan bidin nasîn. Em ê hemû bi hev re şahiya demokrasiyê li dar bixin.”

Namzedê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu jî got: “Em bi hêza xwe ya ji Zarîfeyan, Besêyan, Mercanan, Zîlanan, Sakîneyan, Elîşêran, Seyid Rizayan, Mazlûm Dogan werdigirin hêzê digirin. HDP ango dengê hemû gelan tê.”

Namzeda HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn jî got: “Çawa Mûnzûr, Îksor, Laç Mercan dibin yek, em jî bi heman awayî îro li hev kom bûne” diyar kir ku stranên wan berxwedan e.

Namzedên HDP’ê yên Dêrsimê, Şaredarê Pilûrê, nûnerên DBP, FGD, ESP, EMEP û Partîzan çûn serdana Bavê Mûnzûr û li vê derê lûqme hatin belavkirin û mûm hatin vêxistin.

 

...