HPG: Tevgera leşkerî kêm maye rê li ber pevçûnan veke

HPG'ê da xuyakrin ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk gihîştiye wê radeyê ku di her kêliyê de dikare rê li ber pevçûnan veke.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Tevgera leşkerî û xebatên bingehê ji pevçûnê re amade dikin ên artêşa Tirk, dewam dikin. Ev tevgera li xeta sînor a Şirnexê û li derdora qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîştiye wê radeyê, ku di her kêliyê de dikare bibe sedema pevçûnan."

HPG'ê der barê tevgera artêşa Tirk û bombebaranê de ev agahî da:

"Di 20'ê Nîsanê saet di navbera 19:00 - 20:00 de artêşa TC a dagirker bi obus û hawanan derdora gundê Yekmal ê navçeya Şirnex Qilabanê bombebaran kiriye. Her wiha di heman demê de helîkopterên bi tîpa Skorsky li ser qada Geliyê Şener ê Derarê ji bo keşfê firiyane.

Di navbera saet 18:00 ê 20'ê Nîsanê û 05:30 ê 21'ê Nîsanê de li herêma Metîna, di 20'ê Nîsanê saet di navbera 13:00 - 14:00 de li qada Şehîd Rustem a herêma Zagorsê, di 21'ê Nîsanê saet di navbera 03:00 - 04:00 de li qada Şehîd Birûsk a Amedê, artêşa TC a dagirker bi pêgerên hewayî yên bê mirov re, keşif kiriye.

Artêşa Tirk li 2 girên din ên biçûk ên qada Şehîd Kendal a li ser xeta sînor a Heftanînê ye bicih bûye. Artêşa Tirk ku bi vê yekê re li 5 girên derdora qada Şehîd Kendal bicih bûye, xwest careke li Girê Çete bicih bibe. Ev tevgera li vê qada ku gelekî nêzî herêmên di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ye, gihîştiye wê radeyê ku rê li ber pevçûnan veke.

Di êvara 20'ê Nîsanê de di navbera qereqolên Meymûn û Çete de tevgereke zêde ya helîkopterên Skorsky hatiye tespîtkirin.

Ji sibeha 21'ê Adarê û pê ve artêşa Tirk ji qereqola Çete, qada Girê Kêlik û saet di navbera 12:30 - 13:30 de jî ji qereqolên Meymûn û Çete, qada Şehîd Kendal bi obus, hawan, A4 û çekên giran bombebaran kiriye.

Di 19'ê Nîsanê saet di navbera 05:00 - 06:00 de Girên Şehîd Şiyar û Şehîd Zinar ên li sînorê herêma Avaşînê ne, ku di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, tevgera leşkerî hatiye jiyîn.

Ji sibeha 20'ê Nîsanê heta danê nîvro yê 21'ê Nîsanê, li ser rêya di navbera gundê Kilka Rizak û Gundikê Melê yên Şirnexê de artêşa TC a dagirker kemîn daniye. Her wiha di 20'ê Nîsanê saet di navbera 19:30 - 21:00 de li qada Çiyayê Fila yê herêma Bestanê, artêşa TC a dagirker bi helîkopterên bi tîpa Skorsky keşif kirine.

Ji bo dewam kirina bendava li navçeya Amed Farqînê artêşa TC a dagirker di 21'ê Nîsanê saet di 10:00 de TIR'ek, 3 mîkser û 6 maşînên zirxî şandiye herêmê û lez daye vê xebata xwe."