Polîs û leşkeran Kanîreşê dorpêç kir
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê leşker û polîsan bi çekên lûledirêj li kolan û qehwexaneyan nasname kontrol kirin. Şêniyên navçeyê nerazîbûn nîşanî vê pêkanîna polîsan dan.

Li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê zextên leşker û polîsan her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên danê sibê de polîs û leşker bi wesayîtên zirxî ketin navenda bajêr û li kargeh, qehwexane û bazarê nasname kontrol kirin. Leşker û polîs bi çekên luledirêj ve ketin nava bazarê.
Şêniyên navçeyê nerazîbûn nîşanî vê pêkanîna leşker û polîsan dan û da zanîn ku ew li rastî dijûn û heqaretên polîs û leşkeran hatine. Rêveberê DBP’ya Kanîreşê Azîz Akdamar ê ku li dijî zextên polîsan derket, hate binçavkirin û piştî saetekê ahte berdan. Kontrolkirina nasnameyan li navçeyê berdewam dike û gelê navçeyê vê yekê weke “provokasyon dinirxîne.”