Adir: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê HDP li Meclîsê be

Endama Koordînasyona KJK'ê Fatma Adir diyar kir, ku hikûmeta AKP'ê polîtîkayek ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û xwe îfadekirina çand, ziman û nasnameya Kurd, nameşîne.

Endama Koordînasyona KJK'ê Fatma Adir diyar kir, ku hikûmeta AKP'ê polîtîkayek ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û xwe îfadekirina çand, ziman û nasnameya Kurd, nameşîne.

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Fatma Adir, hilbjiartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand û der barê provokasyonên AKP'ê de hişyarî da.

Adir, pêvajoya çareserî û diyalogê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bibîr xist û anîz iman ku hikûmeta AKP'ê dixwaze pêvajoyeke bi vî rengî ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne.

Adir da xuyakirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ti gav nehatine avêtin, bereveajî ji bo qezençkirina hilbijartinan provokasyon tên kirin û destnîşan kir ku hikûmet xwe nade bin bar.

'EM Ê NEYÊN PROVOKASYONAN'

Endama Koordînasyna KJK'ê Fatma Adir da zanîn ku hikûmeta AKP'ê wê rewşeke pevçûnî biafirîne û anî ziman ku agahî gihaştine ber destê wan ev rewşa pevçûnî wê heta hilbijartinan dewam bike, bixwazin gerîla jî bikişînin nava vê pevçûnê û serî li provokasyonan bide. 

Adir ragihand ku girîng e gelê Kurd di vê mijarê de hişyar be, neyê provokasyonan û destnîşan kir ku divê were zanîn ku biryareke wan a pevçûnê nîne.

Fatma Adir diyar kir ku e provokasyonên AKP'ê dikare bandorê li sindoqan jî bike û ji gel xwest ku heta kêliya dawî, heta encamên hilbijartinê ji raya giştî re hat ragihandin, li ser sindoqa bin û xwedî lê derkevin. 

Adir got, "AKP, ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle wê polîtîkaya xwe heta kêliya dawî dewam bike. Wezîrê Karên Hundir ji xwe di bernameya TV'yekê de ev yek anî ziman" û anî ziman ku ji bo pêşîgirtina li provokasyonan pêwîste AKP were deşîfrekirin.

'ERDOGAN LI SER BINGEHA BERJEWENDIYÊN XWE LI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ TEMAŞE DIKE'

Endama Koordînasyona KJK'ê Fatma Adir bal kişand ser nêzîkatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li pêvajoya çareseriyê û got, "Nêzîkatiya Erdogan a li pêvajoya çareseriyê, li ser bingeha berjewendiyan e. Polîtîkayek ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û xwe îfadekirina çand, nasname û zimanê Kurdan, nameşîne. Bi ketina nava rewşa hilbijartinê re rabû got, 'pirsgirêka Kurd nîne'. Pirsgirêke ku tineye, tu yê çawa çareser bike? Eger pirsgirêkek nayê naskirin, ew pirsgirêk çareser nabe. Pirsgirêka tinebe çareseriya wê jî tineye, çareseriya ku nîne jî polîtîkaya xwe jî nîne. Pêvajo ji aliyê Rêberê me ve hatiye destpêkirin. Ji bo pêvajo veguhere çareseriyê, em ê berpirsyariya xwe bicih bînin."

'ÇÛYÎNA HDP'Ê JI BO MECLÎSÊ JI ALIYÊ GELAN VE JIYANÎ YE'

Endama Koordînasyona KJK'ê Fatma Adir bal kişand ser girîngiya serketina HDP'ê di hilbijartinan de û got, "Dema HDP'ê bend derbas kir, bi rêjeya ji sedî dehan ket nava parlamentê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em ê vînekê deynin holê. Em ê vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bikin. Ji xwe tevgereke ku ji bo çareseriya pirsgirêkê ketiye bin bar. Di vê mijarê de HDP wê bi berpirsyariya xwe rabe. Lewma derbasbûna HDP'ê ji bendê, ketina meclısê bi rêjeya ji sedî dehan, ji bo pêvajoya diyalogê veguhere muzakereyê, ji bo çareseriya bi siyaseta demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê wê roleke diyarker bilîze. Û ji ber vê yekê cih girtina HDP'ê bi xurtî li Meclîsê, jiyanî ye."

Adir anî ziman ku çûyîna HDP'ê ji bo parlamentê ji bo hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî jiyanî ye û got, "Gel jî, jin jî vê dibînin. Her kes bi heman berpirsyariyê wê wezîfeya xwe bicih bîne. Baweriya me ji vê, bê dawî ye.

Adir destnîşan kir ku HDP wê benda ji sedî 10'an derbas bike û ragihand ku dema HDP ket meclîsê wê jin jî li ber kursiyê li ser navê gel, li ser navê jinê biaxivin.