Şervanê YPG’ê Orhan li Colemergê hat defnkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fazil Orhan (Cûdî Marînos) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna deh hezaran kesan li Colemêrgê hate definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fazil Orhan (Cûdî Marînos) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna deh hezaran kesan li Colemêrgê hate definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fazil Orhan (Cûdî Marînos) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna deh hezaran kesan li Colemêrgê hate definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fazil Orhan (Cûdî Marînos) ê 10'ê Cotmeha 2014'an li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê hate wergirtin û anîn Colemêrgê. Cenazeyê Orhan li Qada Azadiyê ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin û ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Cenaze ji aliyê jin û xwendekaran ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Orhan ê ku rengên kesk, sor û zer hate pêçandin ji nexweşxaneyê hate wergirtin û bi tevlîbûna deh hezaran kesan ber bi Goristana Serê Solan ve bi meşê birin. Di dema merasîma cenaze de esnafan dikanên xwe girtin û tevlî merasîma cenaze bûn.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Orhan hatin hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana YPG”, “Kurdistanê dê ji DAIŞ'ê re bibe gor", "Qatîl DAIŞ hevpar AKP", “Bê serok jiyan nabê” û “PKK gele gel li vir e" hatin berzkirin. Dema girse li ber Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê re derbas bû peywirdarên HDP û DBP'ê diwarê ewlehiyê pêk anî. Namzetên HDP'ê yên Colemêrgê, DBP, HDP, MEYADER, KURDÎ-DER, ÎHD, KESK, Hevşaredarên Colemêrgê û bi zêdehî deh hezar kes tevlî meşê bûn.
Piştî meşê cenaze anîn goristanê û piştî nimêja cenaze karên definkirinkirinê pêk hatin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hatû Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Colemêrgê axaftinek kir. Çîftçî diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê yên AKP'ê jî piştgiriya wê dikir êrîşê li gelê kurd kirin. Çîftçî gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Çekên hemû cîhanê di destê me de bin em êrîşê tu gelan nakin lê heke êrîşek li hemberî axa me jî çêbie ji bo xwe biparêzin em dê heya dilopa dawî ya xwîna xwe ber xwe bidin." bibîr xist û da zanîn ku gelê Kurd ji bo mafên xwe dê heya dawî têkoşîna xwe bike.
Çîftçî bilêv kir ku di demên dawî de li Colemêrgê ciwanan li hemberî hev tînin û wiha axivî: "Li Kobanê û Şengalê bil hev re şer dikin li aliyê din ciwanên me bi hin lîstîkan li hemberî hev tên. Dixwazin armaniya Colemêrgê xirab bikin. Em vê yêkê qebûl nakirin. Em tiştên tên jiyîn lenet dikin. Kîjan malbat û gund me ev yêk nayê qebûl kirin. Bila hemû kes xwedî li ciwanên xwe derbikeve. Em li hemberî kesên dixwazin armaniya Colemêrgê xirab bikin bi hev re têkoşînê bikin."
Di axaftina li ser navê malbatê jî hat kirin de spasî li hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn hate kirin. Piştî axaftinan girse careke din ber bi navenda bajar vê meşiya û esnafan pişt re dikanên xwe careke din vekirin.