Patrîkê Keldaniyên Cîhanê li Amedê serdanên xwe didomîne
Patrîkê Keldaniyên Cîhanê Mar Louîs Rapael 1. Sakove, çû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli.
Patrîkê Keldaniyên Cîhanê Mar Louîs Rapael 1. Sakove, çû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli.
Patrîkê Keldaniyên Cîhanê Mar Louîs Rapael 1. Sakove, çû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli. Patrîk 1. Sako, diyar kir ku li Rojhilata Navîn ji aştiyê wêdetir rê nîne û mêran şoreş kiriye, niha jî dor hatiye jina ku şoreşa aştiyê pêk bîne.
Patrîkê Keldaniyên Cîhanê Mor Luîs Rapael 1. Sako, ji bo li Dêra Keldanî ya Mar Petyum ku 100 sal şûnde hat restorekirin, ayînê pêke bîne, hat Amedê û çû serdana hevşaredarên bajarê Mezin a Amedê, Gultan Kişanak û Firat Anli.
Kişanak kêfxweşiya ji bo serdana lîderê olî anî ziman û bal kişand ser dîrok û pirnasnamebûna Amedê. Kişanak got ku li Amedê hemû gel hene û wiha got: “Li Amedê pir çand û pir nasname hene. Bi hezaran salane di nava aştiyê de dijîn. Berê tiştên ne baş hatin jiyîn. Lê em bo ku ev taybetiya pir bawerî bê parastin hewl didin. Em bi cudahiyên xwe dikarin ligel hev bijîn. Divê em vê nîşanî her kesî bidin. Cudahiya me dewlemendiya me ye. Em naxwazin xizan bibin.”
ANLI: ROJÊN OLÎ BO AŞTÎ Û BIRATIYÊ NE
Anli jî anî ziman ku ev erdnîgarî ya me hemûyane û ji ber ev ji dilê wan tê dibêjin û got: “Vê erdnîgariyê ji gelek dîrokê mirovahiyê re malovanî kiriye. Amed derguşa ol û mirovahiyê ye. Çiqas bawerî hene, hemû pêkhateyên çanda me ne. Lê dilê me şikestiye. Me gelek nekarî biparêze. Em xemginiya vê dijîn. Me 10 roj berê cejna paskalya pîroz kir. Em carek din cejna Keldaniyan pîroz dikin. “
PATRÎK 1. SAKO: JI BILÎ AŞTIYÊ RÊ NÎNE
1. Sako da zanîn ku hêviya wan ev e ku ev jiyana bi hev re ya li Amedê li neteweyên din jî belav bibe û got: “Peywirên mezin dikevin ser milê hevşaredaran. Li Rojhilata Navîn gelên Kurd û Keldanî hatin qetilkirin. Lê ji bilî aştiyê rê nîne. Mêran hinek şoreş kirine. Niha dora jinan e ku şoreşa aştiyê pêk bîne.”