Leşkerên Tirk êrîşî gel kirin

Leşkerên Tirk li gundê Yekmal ê navçeya Şirnex Qilabanê, êrîşî şêniyên herêmê yên bazirganiya li ser sînor dikirin, kirin. Hat ragihandin ku di bûyerê de 5 kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, di 20'ê Nîsanê saet di navbera 19:00 - 20:00 de, artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky leşker danî gundê Yekmal ê Qilabanê û êrîşî gelê bi bazirganiya li ser sînor debara xwe dike. Di vê êrîşa leşkeran de 3 kes birîndar bûn.

Artêşa Tirk piştî vê êrîşê, cara duyemîn bi bombeyên gazê êrîş kir û li vir jî 2 kesên din birîndar bûn.