Li ser şopa kevneşopiya çapemeniya azad
Îro 117. salvegera destpêkirina weşana rojnameya "Kurdistanê" ye. Îro Roja Rojnamevanên Kurd ên li hemberî sirgûn û mirinê kevneşopiya çapemeniya azad afirandine ye.
Îro 117. salvegera destpêkirina weşana rojnameya "Kurdistanê" ye. Îro Roja Rojnamevanên Kurd ên li hemberî sirgûn û mirinê kevneşopiya çapemeniya azad afirandine ye.
Îro 117. salvegera destpêkirina weşana rojnameya "Kurdistanê" ye. Îro Roja Rojnamevanên Kurd ên li hemberî sirgûn û mirinê kevneşopiya çapemeniya azad afirandine ye.
Rojnamevan Salih Firat û Seyît Evran, der barê Roja Rojnamevanên Kurd de nirxandinên girîng kirin. Salih Firat got, "Di nava me de rojnamevanî ne tenê ronîkirina bûyeran, ragihandina bûyeran ji bo cihekî ye. Di heman demê de, ji ber rewşa neteweya Kurd di nav de ye, bûyîna parçeyek ji vê têkoşînê ye." Rojnamevan Seyît Evran jî got, "Çapemeniya beriya têkoşîna azadiyê, parçebûyî, lokal û hewldanek ji bo gihandina dengê xwe bû. Lewma wê kêm be ku ev yek weke Dîroka Çapemeniya Kurd were nîşandan."
Roja Rojnamevanên Kurd ku bi weşandina Kovara Hawar ji aliyê malbata Bedirxan ve cihê xwe di Dîroka Çapemeniya Kurd de girt, ji ber şert û mercên sirgûniyê qut bû û li derveyî welat nekarî herdemî be. Lê belê, derketina Rojnameya Serxwebûn ku di salên 1980'î de destpê kir û weke Dîroka Çapemeniya Kurd de bû rewşeke nû, ji aliyê Kevneşopiya Çapemeniya Azad ve bû qonaxeek nû. Kevneşopî û kedkarên çapemeniya azad, di mertên dijwar de tevî zextên mezin hêza xwe zêde kirin û bi salên dûr û dirêj hebûna xwe parastin. Bi pêkanînên OHAL'ê û kuştinên kiryar nediyar re gelek rojnamevanên hatin revandin û kuştin. Çend ji rojnamevanên mayî jî berê xwe dan çiyayê Kurdistanê û qadên nêrîna azad tercîh kirin. Rojnamevan Salih Firat û Seyît Evran ji wan rojnamevanên neçar mane vê kevneşopiya çapameniya azad li çiyayên Kurdistanê bimeşîne.
'ROJNAMEVANÎ NE TENÊ RAGIHANDINA BÛYERAN E, PARÇEYEK JI CIVAKÊ YE'
Salih Firat Roja Rojnamevanên Kurd nirxand û di serî de ev roj li tevahiya rojnamevanên karê ronîkirina civakê dimeşînin, demokrat û Kurdan pîroz kir. Firat anî ziman ku weke ferdekî gelekî rastî mêtîngeriyê hatiye meşandina karê rojnamevaniyê tê wateya, tevkariya li têkoşîna azadiyê û got, "Di nava me de rojnamevanî ne tenê ronîkirina bûyeran, ragihandina bûyeran ji bo cihekî ye. Di heman demê de, ji ber rewşa neteweya Kurd di nav de ye, bûyîna parçeyek ji vê têkoşînê ferz dikir. Bi vê hişmendî û berpirsyariyê di sala 1994'an de min dest bi rojnamevaniyê kir. Rojnamevaniya wê demê, ji bilî tercîheke bi zanebûn, rewşeke ku şert û mercan ferz dikir bû. Di dema meşandina wezîfeya rojnamevaniyê de mirov difikirîn, bi vê fikirînê re tevlî kar dibûn û bi tevlîbûna kar re digihaşt asteke ku divê tiştna bike. Di wan salan de rojnamevan li zexta dewletê rast dihatin. Ji binçavkirinan heta îşkenceyan, gelek pêkanînên antî demokratîk hebûn. Demeke ku kuştinên kiryar ne diyar di rojevê de bû û 30 hevalên me yên rojnamevanên Kurd ji ber van pêkanîna hatibûn qetilkirin. Gelek hevalên me bi kuştinên bê daraz re ji holê hatin rakirin û cenazeyê gelek ji wan nehat dîtin. Tecrûbeyeke min a çend salan a rojnamevaniyê çêbû. Dewleta Tirk ev qad nas nekir û ji ber tinebûna bingehê, piştî vê demê min nekarî bimeşînim.
'BERDÊLA RAGIHANDINA RASTIYAN MIRIN Û GIRTIN BÛ'
Firat anî ziman ku rojnamevanên Kurd ên hewl didan rastiyan ronî bikin û di vî warî de xwedî sekneke cidî bûn, ya hatin girtin, yan bi kuştinên kiryar nediyar re hatin qetilkirin yan jî ketin rewşeke ku nema dikarin kar bikin û destnîşan kir ku piştî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derfet û bingeha meşandina rojnamevaniyê nema ew neçar ma li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Başûrê Kurdistanê rojnamevaniyê bike. Firat axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji aliyê hiqûqî ve bingeha meşandina karê rojnamevaniyê nemabû, doz dihatin vekirin, em didan dadgehê. Du caran ketim girtîgehê û bi dehan caran hatim binçavkirin. Ji ber ku mercên min ên xebatê neman, di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê min li gelek deverên Başûrê Kurdistanê xebatên çapemeniyê meşand. Tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûye jî hînê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojnamevan li heman pirsgirêkan rast tên."
'ÇAPEMENIYA KURD A BI DAKTÎLO Û NIVÎSA BI DESTAN DESTPÊ KIR XWE MEZIN KIR'
Firat da xuyakirin ku tevî hemû zext û zordariyan asta rojnamevanî û televîzyonkariya Kurd gihaştiye hêviyê dide mirovan û got, "Ev pêşketin bi saya yên têkoşiyan û berdêl dan, pêk hatine. Di dema destpêkê de rojnamevaniyeke bi daktîlo û nivîsa bi destan destpê kir hebû. Niha rojnamevan, ajans, tv, radyo, medya civakî û gelek organên weşanê yên hejmara wan nayê zanîn ku ewqasî gelek in, hene. Di nava Kurdan de navgînên çapemeniyê yên ji aliyê meyla siyasî û çînî ve ji hev cuda ne û alternatîfê hev in, hene. Di demên bihurî de ji ber înkarkirina gelê Kurd û sîstema tinekirinê pirsgirêk hebûn. Di roja îro de bi têkoşîna bê eman a Kurdan re, hin destketî hatine qezençkirin."
'DI PÊVAJOYA AVAKIRINA CIVAKÎ DE WEZÎFEYÊN GIRÎNG DIKEVIN SER MILÊ ROJNAMEVANÊN KURD'
Firat diyar kir ku di pêvajoyên ronakbîriya civakan de divê rojnamevan rolê bilîzin û got, "Weke rojnamevanên Kurd, ji aliyê ronakbîriyê ve roleke girîng dikeve ser milê me. Ji bo gelê Kurd ji nû ve xwe li ser esasên demokratîk bide rûniştandin, hebûna xwe destnîşan bike, wezîfe û berpirsyariyên mezin dikevin ser milê çapemenî, rojname û televîzyonên Kurd. Her wiha rolên mezin dikevin ser milê mirovên li qadên çapemenî û ronakbîriyê dixebitin. Tevî hin pirsgirêkan jî, ji ber ku qada têkoşînê heye, wezîfe û berpirsyariyên bi vî rengî li benda rojnamevanên Kurd in."
'GELÊ KURD WÊ BI MEDYA XWE RE BÊ PARASTIN'
Firat ragihand ku di parastina gelê Kurd a li dijî zext û zordariyê de roleke mezin dikeve ser milê televîzyon û rojnameyan û axaftina xwe wiha dewam kir: "Çapemeniya Kurd ji dema destpêkirinê û vir ve her roj li zext, êrîş û girtinan rast hat. Bi dehan rojnameyên li Bakurê Kurdistanê hatin derxistin, hatin qedexekirin û girtin. Carna bêyî biryareke hiqûqî êrîş û girtin li xebatkaran dihat kirin. Bi êrîşên bi vî rengî re eger bawer dikin ku wê pêşî li rastiyan bigirin, hingî xwe dixapînin. Asta roja îro ya teknolojiyê rê nade vê. Çapemeniya nivîskî û dîtbarî li aliyekî, di medya civakî de pêşketineke gelekî mezin heye. Li vê qadê derfetên mûezem derketine holê. Tevî ku êrîşên bi vî rengî dewam dikin jî wê ti carî nikaribe li pêşiya ronîkirina rastiyan bibin asteng. Li pêşiya têkoşîna gelê Kurd, li pêşiya rêxistinbûyîna gelê Kurd, ti astengî nikare bisekine."
'ÇAPEMENIYA KURD BI DESTPÊKIRINA TEVGERA AZADIYÊ RE TEMAM BÛ'
Rojnamevan Seyît Evran, ku bi serpêhatiya xwe ya 25 salan a çapemeniyê re kedeke mezin da dîroka çapemeniya Kurd, ji bajêr dest bi vê serpêhatiya xwe kir û li çiyê dewam kir. Evran da xuyakirin ku dema çapemeniya Kurd tê nirxandin, mirov nikare behsa kevneşopiyeke bi rêk û pêk a çapemeniyê bike, ji ber ku kevneşopiyeek çapemeniyê ya li ser hev zêde dibe û bi rêk û pêk nîne. Evran got, "Çapemeniya beriya têkoşîna azadiyê, parçebûyî, lokal û hewldanek ji bo gihandina dengê xwe bû. Bê guman hin xebatên hatine meşandin hene lê belê wê kêm be ku ev yek weke Dîroka Çapemeniya Kurd were nîşandan. Ji ber ku xebateke ku her çar parçeyan di nava xwe de vehewîne tinebû. Bi destpêkirina têkoşîna azadiyê ya Kurd re destketiya çapemeniyê bi dest dikeve û digihêje asteke ku hemû parçeyan hembêz dike. Lewma ev yek dema destpêka rojnamevaniya Kurd e. Ev desthetî bi têkoşîna hatiye meşandin û berdêlên hatine dayîn re derketine holê. Niha bi navê Dîroka Çapemeniya Kurd a şênber heye. Dema dîroka çapemeniya Kurd tê gotin; televîzyonkariya Kurd di sala 1995'an de li Med TV re destpê kir. Beriya wê nebû, ji xwe niha her kes bi vî rengî mukur tên. Niha li çar parçeyan jî pêşektineke çapemeniyê ya mezin heye. Çapemenî û medya Kurd bû xwedî formasyonekê û ji rojnamevaniya Kurd gelek mînakên hêja hene. Mînak; kevneşopiyeke me ya çapemeniyê heye ku ji Bakur destpê kir û dûre li Ewropayê belav bû. Hin hêz qebûl bikin yan nekin; ev kevneşopî bi 'Rojnameya Serxwebûn'ê destpê kir. Lê weke hejmarekê derket û dûre di sala 1982'an de li Ewropayê jiyaan xwe ya weşanê dewam kir. Dûre bi dorê xebatên çapemeniyê bi pêş ket. Lê belê Serxwebûn her tim îllegal ma. Weke organa weşanê ya gelekî û tevgerekê hebûna xwe dewam dike."
'GELEK GIRTIN HENE Û ŞEHÎD HATIN DAYÎN'
Evran bibîr xist ku li Bakurê Kurdistanê û Metropolên Tirkiyeyê gelek organên çapemenî-weşanê hatin girtin û ev agahî da: "Di sala 1986'an de bi rojanmeya Halkin Gerçegî-Rastiya Gel kevneşopiya me ya çapemeniyê destpê kir. Piştî ku çend hejmar derket Ew jî hat girtin. Li şûna wê rojnameya Yenî Halk Gerçegî-Rastiya Gel a Nû derket. Paşê Yenî Ulke-Welatê Nû derket, ew jî rojnameya heftane bû. Dûre Ozgur Gundem-Rojeva Azad derket. Bi sedan hevalên me yên di Ozgur Gundemê de nûçegihanî, rêveberî û belavkarî kirin, canê xwe danîn naverastê, berdêl dan, rojname hatin girtin, xebatkar hatin qetilkirin. Rojnameyên Yenî Ulke-Welatê Nû û Ozgur Polîtîka-Polîtîka Azad ev kevneşopî dewam kirin û ev kevneşopî hînê dewam dike. Rojnameya Ozgur Gundem di roja îro de jî dewam dike. Di vir de gelek hevalên me û mamosteyên me yên mezin ên xwedî ked hene. Dibe ku piraniya wan ji dibistanên çapemenî-weşanê derbas nebûne, lê belê performanseke ku di rojnamevaniyê de dikarin bibin mînak nîşan dan. Hevalên me Halîs Yucel, Gûrbetellî Ersoz û Selçûk çend ji van bûn. Hevalên me Erdal û Melsa hebûn. Melsa li Amedê birîndar bû, li Botanê şehîd ket. Hevalên me Adîl Denk û Mehmet Şenol hebûn. Mehmet Şenol, dema li Amedê rojname hatin qedexekirin, li Qerejdaxê hewl dida bi hêstir derbasî Amedê bike. Li Amedê jî li milekî wî daktîlo, li milê din jî çek hebû. Ev asta rojnamevaniyê bi keda wan, can û ruhê wan derket holê. Niha gelek rojname, kovar û televîzyon derketine. Ji ber ku her roj hejmara organên çapemenî-weşanê yên Kurd zêde dibin, mirov nikarin tiştekî zelal bêjin. Lê belê xet li ser vî ruhî, ked û nirxan bi pêş ket."
ROJNAMEVANÊN JI ZEXTÊ BER BI AZADIYÊ VE BEZIYAN
Evran ê ku li bajêr dest bi karê rojnamevaniyê kir û ji ber zêdebûna zextan li çiyê rojnamevanî dewam kir, hevdîtina destpêkê ya rojnamevanan li çiyê wiha vegot: "Dema hatim çiyê, min hevalê Adîl Denk dît. Piştî sala 2000'î li Dehlên Hewselê di pevçûnekê de şehîd ket. Hevala Hatîce Demîr di sala 1997'an de şehîd ket. Belavkarekî me yê bi navê Mehmet Gunduz hebû, ew jî li wir bû. Lê belê hevalê me Mehmet Şenol beriya çend mehan şehîd ketibû. Piştre Melsa (Elem Polat) hat. Ji Serxwebûnê Cengîz Kirik hat. Yanî mîna pêlekî rojnamevan diherikîn çiyê. Gelek belavkarên leheng ên Amedê li van refan bûn. Dozdar (Gulîstan Yalçin) hebû. Herikîneke bi vî rengî hebû, dayîna dû şopê bû. Ev yek lêgerîna xwe îfadekirinê li her derê bû. Li cihê pêwîst daktîlo, li cihê ku alternatîf nebû, têkoşîna çekdarî diket dewrê. Lê belê her tim li cem me daktîlo hebû û di destê me de çek, li bejna me rext û li pişta me jî daktîlo her hebûn. Tê bîra min ez her tim bi daktîlo digeriyam. Tevî ku di ser re sal derbas bûn jî, yek ji bîranînên ku qet ji bîr ankim û her di hişê min de ye; ji destdayîna jiyanê ya Arjîn (Nalan Alici) ya di hembêza min de bû. Di heman pevçûnê de Melsa (Elen Polat) jî birîndar bû û tevî ku lingekî wê jê bû jî yekane tirs û fikara wê ew bû ku nema dikarî gerîlatiyê bike."
'ME ZEXTA DEWLETÊ WEKE NÛÇEYÊ RADIGIHAND'
Evran anî ziman ku wan pêkanînên dewletê yên li qada bejahî bi şêweyê nûçeyê ji raya giştî ra radigihand û got, "Wezîfeya ragihandina zexta dewletê li ser milê me bû, ji ber ku gelek ji nûçegihanên me hatibûn girtin, gelek jê li ber kuştinên kiryar nediyar çûn. Carna mîna notekê me dinivîsand, carna jî weke nûçeyekê nîşan dida. Me li çiyê bi nûçeyên xwe re bal dikşand ser polîtîkayên zext û zordariya dewletê ya li ser civakê. Kes nekarîbû bikevin nava Kurdistanê, jê nûçe dernediket. Ji ber ku qanûna sansurê hebû. Rojnamevanî veguherîbû pîşeyekî gelekî xetere. Mirov dihatin windakirin. Bê guman zehmetiyên vê hebûn, lê belê ya girîng ew bû ku bi awayekî were ragihandin. Di demeke ku îşkence, zordarî, dûrxistina mirovan ji nirxên mirovahiyê û tinehesibandina mirovan de, hewldanên me ji bo ragihandina vê rewşê bûn. Gelek zehmetiyên cidî yên vê hebûn, ji ber ku li gelek qadan mirov nemabûn. Gelek caran bi derfetên me xwe digihandê re, me hewl dida vê bikin."
'ŞAHIDÊN HERÎ MEZIN ÊN ŞER DAKTÎLOYÊN ME YÊN BINAXKIRÎ NE'
Evran da xuyakirin ku her çend di ser re sal derbas bûne jî hînê li çiyê daktîloyên wan ên hatine binaxkirin hene û destnîşan kir ku bi wan taktîloyan re dîrokek hat nivîsandin, şahidê herî mezin ê şer ew daktîlo ne. Evran got, "Ez bawerim hînê li gelek deverên çiyê daktîloyên me yên binaxkirî hene. Roj wê were ew ê mîna eşyayên bi qîmet li muzeyan cih bigirin. Piştî bi salan dema mirovan hin kelûmelên me dîtin, mîna ku zêr dîtine wê pê şa bibin. Hin ji eşyayên me dibe ku li ber avê jî ketibin. Hin jê, dibe ku mirovan gava zeviyê xwe kolandine, dîtine. Tevî gihandina nûçeyan ji bo rojname, tv û nivîsên kovaran, di şert û mercên gerîla de li her eyaletê kovar jî dihat derxistin. Li eyaleta Botanê Kovara Pêşmerge dihat derxistin. Li Mêrdê kovar dihat derxistin. dewam kir, li Amed û Zagrosê derket. Li her derê derket. Ev yek nîşan dide ku kevneşopiyek çiqasî xurt e. Li çiyê bi rojan em li ser daktîlo dixebitîn. Hingî derfeta zêdekirina kovaran tinebûn, bi kaxiza karbon û daktîlo dihatin zêdekirin.
'JI DUH HETA ÎRO HIN HENE HATINE GUHERTIN, HIN JÎ NEHATINE GUHERTIN'
Dema mirov wê demê û van rojan bînin pêşberî hev, asteke mezin a pêşketinê derdikeve holê. Niha li çar parçeyan ajansên me hene. Her parçe xwedî televîzyonekê ye. Li Bakur, Rojava, Başûr, Rojhilat xebateke mezin a çapemenî-weşanê heye. Ji rojnameyên rojane heta kovarên mehane, ji kovarên sê mehan carekê heta rojnameyên heftane gelek organên me yên çapemeniyê hene. Ev tişt dimîne; ev rêxistinbûyîna mezin rola xwe bilîze. Di demên bihurî de weke rêbazên bêdengkirinê kuştin û şewitandina rojnameyan hebûn. Di dîroka cîhanê de mînakeke wê heye yan na nizanim, lê belê rojnameya me hat bombekirin û şewitandin. Lê dîsa nekarîn bêdeng bikin û ew rojname piştî rojekê careke din derket. Çi kirin, vê carê bi şêweyê girtina rojnameyê dewam kirin. Van zextan karîbûn bidin bêdengkirin? Na. Dirûşma wê demê çi bû; 'em ê perdeya derewê biçirînin' bû. Demekê rojnameyên me bi awayê 'hûn nikarin rastiyê bêdeng bikin' derketin. Piştî salên 2000'î lêi nihêrîn ku encamê nagirin, demekê Medya TV di pêvajoya komployê de girtin, dûre Roj TV girtin. Heta Nûçe TV van girtinan dewam kirin. Berî çend rojan bi êrîşa sîber re xwestin qenalên televîzyonê bêdeng bikin. Di sala 2012'an de bi kirasekî bi navê 'Çapemeniya KCK'ê re gelek hevalên me girtin. Lê belê nekarîn vê kevneşopiyê ji holê rakin. Bi hezaran mirov di çarçoveya vê kevneşopiyê de hînê dimeşin. Ev yek êdî veguheriye xetekê, ne pêkane pêşî lê bê girtin. Ji ber ku ev xeteke jiyanê ye û ji ber ku rêbaza wê ya xweîfadekirinê afirandina qadeke azad e, mirov hene heta dawiya emrê xwe pê re dilsoz bin. Yên sax man, dewam kirin. Yên şehîd ketin heta nefesa xwe ya dawî xwedî li vê xetê derketin. Îro jî şopdarên wan hene. Ji bo me yên destûrê nadin ala wan dakevin erdê, têkoşîn hînê dewam dike û wê dewam bike. Ji ber ku ev kevneşopiyeke. Ev yek jî ji bo jiyaneke bi hev re, azad û biratiyê, pêwîst e."