Danezana encamê ya kongreya FEDA'yê hat aşkerakirin
FEDA'yê danezana encamê ya kongreya xwe aşkera kir. Di danezanê de Kobanê û Rojava hat silavkirin û ji Elewiyan hat xwestin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP were destekkirin.
FEDA'yê danezana encamê ya kongreya xwe aşkera kir. Di danezanê de Kobanê û Rojava hat silavkirin û ji Elewiyan hat xwestin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP were destekkirin.
FEDA'yê danezana encamê ya kongreya xwe aşkera kir. Di danezanê de Kobanê û Rojava hat silavkirin û ji Elewiyan hat xwestin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP were destekkirin.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), danezana encamê ya 6. Kongreya xwe ya Asayî ya 18'ê Nîsanê ya li bajarê Elmanya Leverkûsenê aşkera kir. Di danezana encamê de hat ragihandin ku tevî Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê peyama gelek saziyên dost di kongreyê de hat xwendin.
Di danezana encamê de hat gotin, "Rêveberiya federasyona me hat berfirehkirin û 'Meclîsa Gel a Elewiyan a Demokratîk' hat avakirin. Di hilbijartinên ji bo organên cuda yên federasyona me û desteya rêveberiyê de, ji bo Hevserokatiya Federasyona me ya Elewiyan a Demokratîk bi yekdengiyê lêkolîner nivîskar Erdogan Yalgin û Bêmal Ozdemîr hatin hilbijartin. Ji aliyê paşeroja dîrokî ya Elewîtiyê û pirsgirêkên rojane, Pîran, dayikan, nivîskar û rêveberên me yên dergahan nêrînên xwe ragihandin."
KOBANÊ Û ROJAVA HAT SILAVKIRIN
Di danezana encamê de hat ragihandin ku divê rêxistinên Elewî di nava xwe de yekîtiya çalakiyê û piştevaniyê pêk bînin û hat diyarkirin ku Elewî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di berxwedana Kobanê de û ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê bi hev re di nava yekîtiyê de tevgeriyan e.
Di dewama danezana encamê de hat gotin, ku kongreya FEDA'yê berxwedana lehengî ya Kobanê ya li hemberî barbariya çeteyên DAIŞ'ê hat nîşandan û Şoreşa Rojava silav kiriye.
'DIVÊ ELEWÎ DERSÊ BIDIN AKP Û CHP'Ê'
Di danezana encamê de bal hat kişandin ser hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê û hat gotin, "Kongreya me her wiha destnîşan kiriye ku di hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê de divê Elewî derseke mezin bidin AKP û CHP'ê. Bi taybetî destnîşan kiriye ku hêzên demokrasiyê, hemû bawerî û çand di bin sîwana HDP'ê de civiyane û desteka Elewiyan a ji bo HDP'ê bi qasî diyarkirina encamên hilbijartinan girîng e. Kongreya me diyar kiriye ku serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de, mîna hemû çand û baweriyê din wê ji bo civata Elewiyan jî bibe serketina jiyana azad û demokratîk."
Di danezana encamê der der barê biryarên di kongreyê de hatin wergirtin de hat destnîşankirin ku divê hejmara dergahan werin zêdekirin, bi saziyên din ên Elewiyan re têkilî were xurtkirin û bang li hemû saziyên Elewiyan hat kirin ku derbasî sîstema hevserokatiyê bibin.
Wekî din hat xwestin, ku di serî de Qirkirina Dêrsim, Ermenî û Asûrî-Suryaniyan bi hemû komkujî û qirkirinên di dîroka Komarê de rû dane rûbirûbûn were kirin û qirkirin bên naskirin.
JI BO HDP'Ê BANGA SEFERBERIYÊ
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) di dawiya danezana encamê de careke din bal kişand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê û got, "Tevahiya civata Elewî, bê îstîsna divê ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) seferber bibe. Ji ber ku HDP a hemû gel li hev civandiye, yekane partiya ku bersivê dide daxwazên Elewiyan."