Pirtûk serbeste lê afîş sûc e!

Afîşên nasandina pirtûka ‘Nefela Birîndar’ û panela nirxandina pêvajoya agirbestê ya li Nisêbînê li bîlboardan hatin daliqandin, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê ve hat berhevkirin.

Afîşên nasandina pirtûka rojnameger Faruk Balikçi û nivîskar-derhêner Ruhî Karadag ku jiyana gerîlayan vedibêje ya ‘Nefel a Birîndar’ û panela nirxandina pêvajoya agirbestê ya li Nisêbînê li bîlboardan hatibû daliqandin ji aliyê serdozgariya Komarê ve hatin berhevkirin.

Tê plankirin ku di 23’ê Nîsanê de panel pêk bê û pirtûk bê nasandin. Namzetê HDP’ê yê Mêrdînê yê di rêza yekemîn Prof. Dr. Mîthat Sancar, serokê berê yê Baroya Amedê Parêz.M. Emîn Aktar, nûnerên STK’ê û nivîskar Faruk Balikçi û Ruhî Karadag wê beşdarî panelê bibin. Di afîşan de jî agahdariya vê hatibû kirin.

Nivîskar Balikçi û Karadag têkildarî berhevkirina afîşan de axivî û diyar kirin ku di vê pêvajoya beriya hilbijartinan de ev biryar ji bo Tirkiyeyê gelek xeter e. Nivîskaran got ku divê demildest dawî li vê bêhiqûqiyê bê dayîn.

...