Li Kerkukê teqîn - HAT NÛKIRIN

Li bajarê Kerkukê yê Başûrê Kurdistanê teqînekê rû da. Di teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 30 kes jî birîndar bûne.

Li bajarê Kerkukê yê Başûrê Kurdistanê saet 21.40’î, li Goristana Seyd Elawî ya li aliyê meydana Umal teqînekê rû da. Di teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 30 kes jî birîndar bûne.

Tekîldarî teqînê berpirsekî odeya operasyonên Kerkûkê ku nexwest navê wî were aşkerakirin ji ajansa nûçeyan a RojNewsê re axivî, got: “Piştî cenazeyê çekdarekî Heşd el-Şeebî hat veşartin, teqînekê rûda. Teqîn li Goristan Seyd Elawî ya li aliyê meydana Umal rûda. Ev cih dikeve jêra bajêr û teqîn ji ber bombeyeke berê hatiye bicihkirin rû daye.”

Wî berpirsî diyar kir ku di teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne. Li gor agahiyan hemû qurbanî Ereb in.

Heta niha nayê zanîn teqîn ji aliyê kê ve pêk hatiye. Berpirsên Kerkukê jî di vê der barê de heta niha ti daxuyaniyek fermî nedane.