KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Li Şemzînanê operasyon
Artêşa Tirk, li sêgoşeya Mamreş, Berox û Serekanî ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê operasyonek da destpêkirin. Li gor agahiyan leşkeran êrîşî sivîlên li eraziyê kirine, derb kirine û binçav kirine.
-
-
-
HDP’ê li Dîlokê lez da xebatên xwe
Xebatên hilbijartinê yê HDP’ê yên li Dîlokê bê navber didomin. HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Şahînbey a Dîlokê li taxa Ulaş buroya hilbijartinê vekir.
-
-
-
-
YPG: 48 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li herêmên Kobanê û Cizîrê 8 êrîşên çeteyan hatine şikandin, 48 çete hatine kuştin û 2 girên stratejîk hatine rizgarkirin.
-
-
Tevgera hewayî û kemîn
HPG’ê, diyar kir ku artêşa Tirk tevgera hewayî pêk tîne û bi awayekî zêde kemînan datîne.
-
Ji artêşa Îranê operasyon
Hêzên artêşa Îranê li gundên girêdayî bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê pêr operasyonek da destpêkirin.
-
Ji artêşa Tirk dijmintiya Rojava
Leşkerên Tirk bavê 7 zarokan ê bi navê Mihemed Henîf Berazî (42) yê ji gundê Çarxetyo ya Efînê, li sînorê nêzî gundê Şingiliyê ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê qetil kirin.
-
'HDP keştiya Nûh e'
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan HDP şiband keştiya Nûhê û got, "Her kesê li vê keştiyê siwar nebe, wê bifetise. Werin; ji bo pêşerojeke demokratîk em vê keştiyê bendergehê."
-
-
-
‘Pakêta hilbijartinê’ li Xozatê di dewrê de ye
Li navçeya Xozat a Dêrsimê bi nêzîkbûna hilbijartinan re pakêtên hilbijartinan jî ketin dewrê. Pergala ku di hilbijartinên berê de sarinc, makîneyên şûştina kincan û hwd. belav dikir, îsal jî alîkariya zad û qut kir dewrê.
-
-
-
-
-
Cenazeyê Onen radestî malbatê hat kirin
Cenazeyê Abdurrahman Onen (Welat Azad) ê YPG’ê yê li Rojava di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da û îro ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê hate wergirtin wê sibehê bê definkirin.
-