Ji bo şervanê YPG'ê Bûlût li Wûppertalê merasîma sersaxiyê

Ji bo şervanê YPG'ê Raşît Bûlût (Alî Xinis) ê li kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Wûppertalê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.

Ji bo şervanê YPG'ê Raşît Bûlût (Alî Xinis) ê li kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Wûppertalê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.

Ji bo şervanê YPG'ê Raşît Bûlût (Alî Xinis) ê li kantona Kobanê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyaan xwe ji dest da, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanya Wûppertalê merasîma serxweşiyê hat lidarxistin. Di sersaxiyê de apê Bûlût Takyeddîn Bûlût, xizmên wî, Meleyê Mizgeft Ehmedê Xanî, rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, rêveberên Meclîsa Jinê ya Viyan, Komîteya Şehîdan a Wûppertalê û gelek Kurdistanî amade bûn.

Di merasîmê de li maseya ji bo şervanê YPG'ê Bûlût hat amadekirin de wêneyên Bûlût, gul û find hatin bicihkirin.

Apê şervanê YPG'ê Bûlût Takyeddîn Bûlût ji ANF'ê re peyivî û got, "Ji bo parastina xaka Kurdistanê têlên sînor qetand û ji bo me û xwişk-birayên Kurd ên bi rûmet xwîna xwe rijand û şehîd ket. Bila serê Serok Apo û gelê Kurd sax be. Raşît ne tenê ewladê me ye. Ji xwe ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi salan ji me dûr bû. Ew ewladê gelê Kurd bû. Xwezî emrê wî bêhtir bûya û ji bo gelê Kurd karibûya bêhtir têbikoşiya. Rica me ji gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê ew e ku êdî vê bibînin, dest bidin hev û li dijî dijmin bibin yek deng. Bila êdî dawî li lîstikên li ser gelê Kurd bînin."

Merasîma sersaxiyê wê îro jî dewam bike.

...