Namzetên parlamenteriyê yê HDP’ê yên Dêrsimê ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Aysel Dogan a li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1999’an di koma aştiyê ya ji Ewropayê hat de cih digirt banga piştgiriyê kirin.
Aysel Dogan a di koma aştiyê ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1999’an ji Ewropayê hat Tirkiyeyê, piştî girtîgehê hat Dêrsimê û tevlî xebatên Elewiyan bû. Di encama xebatên wê de Komeleya Akademiya Elewîtî, Bawerî û Çandê ya Dêrsimê hatibû vekirin. Dogan a di nav têkoşîn û xebatên baweriya Elewîtiyê de ku pergal ji bo vê baweriyê tine giraniya xwe dabû ser, di refên pêş de bû. Dogan di çarçoveya operasyonên li hember ‘KCK’ de hat girtin. Dogan a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de tê ragirtin ji ber doktoran ev du meh in, teşhîsa nexweşiya wê nekirine, sewqî beşa onkolojî ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Tenduristiya Jinan a Zekaî Tahîr Barak a Enqereyê hat kirin.
Rewşa girtiyên nexweş ku her roj hê zêdetir giran dibe, têkildarî mijarê di serî de ÎHD, Rêxistinên Civaka Sîvîl û partiyên siyasî kampanyayan didomînin. Îro ji bo Dogan jî kampanyayek hat destpêkirin.
De barê kampanyaya ji bo azadiya Aysel Dogan ku bi rêya înternetê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin, namzetên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu diyar kirin ku wê şopdarên têkoşîna ji bo azadiya girtiyên nexweş tên kirin bin û wê piştgiriyê bidin. Namzetên parlamenteriyê gotin, “Em ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo Dogan hatiye destpêkirin, piştgiriya gelê xwe dixwazin. Endama koma aştiyê û nûnera DAKAD Aysel Dogan û tevayî girtiyên din rûmeta me ne.”
Mirov dikare bi rêya vê adresê xwe bigihîne kampanyaya îmzeyan:
http://imza.la/aysel-dogan-a-ozgurluk-istiyoruz