Cenazeyê Onen radestî malbatê hat kirin

Cenazeyê Abdurrahman Onen (Welat Azad) ê YPG’ê yê li Rojava di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da û îro ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê hate wergirtin wê sibehê bê definkirin.

Cenazeyê Abdurrahman Onen (Welat Azad) ê YPG’ê yê li Rojava di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da û îro ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê hate wergirtin wê sibehê bê definkirin.

Cenazeyê Abdurrahman Onen (Welat Azad) ê YPG’ê yê li Rojava di 17’ê Nîsanê de di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da û îro ji aliyê malbatê ve ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê hate wergirtin. Rêveberên HDP û DBP’ê yên Mêrdîn û navçeyan, MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî jî amada bûn. Cenaze bi dirûşmên “Şehîd namirin” hate wergirtin û bi konvoyê ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Cenazeyê Onen wê sibehê li gundê Kudê yê bi ser navçeya Omerlî ya Mêrdînê bê definkirin.

 

...