‘Pakêta hilbijartinê’ li Xozatê di dewrê de ye

Li navçeya Xozat a Dêrsimê bi nêzîkbûna hilbijartinan re pakêtên hilbijartinan jî ketin dewrê. Pergala ku di hilbijartinên berê de sarinc, makîneyên şûştina kincan û hwd. belav dikir, îsal jî alîkariya zad û qut kir dewrê.

Li navçeya Xozat a Dêrsimê bi nêzîkbûna hilbijartinan re pakêtên hilbijartinan jî ketin dewrê. Pergala ku di hilbijartinên berê de sarinc, makîneyên şûştina kincan û hwd. belav dikir, îsal jî alîkariya zad û qut kir dewrê.

Bi destpêkirina xebatên hilbijartinê re partiyên pergalê wek hêzekê dest bi xebatan kirin. Kamyona komeleya ‘Kîmse Yok mu’ ya kişandin ber Şaredariya Xozatê ya CHP’yî, pakêtên zad û qut belav dike. Gelê Xozatê jî diyar kirin ku di hilbijartinên 2015’an de bi biryar in di çeperên şoreşger, sosyalîst, welatparêz û mazlûman de li hember pergalê têbikoşin.

5 KAMYON ALAV

Di hilbijartinên demên buhrî de alîkariya ‘komira bê pere’ li Dêrsimê derketibû asta herî jor, ji Nazmiye destpê kiribû, 5 TIR’ên tijî sarinc, makîneyên şûştina kincan û hwd. bi armanca xebatên hilbijartinê hatibûn belavkirin. Ji bo ji 3 hezar û 300 malbatan ku ji aliyê Waliyê Dêrsimê hatibûn tespîtkirin bên belavkirin, alav bi TIR’an ji Dêrsimê re hatibûn şandin.

Perga niha jî li Xozatê ketiye dewrê. Li ber Şaredariya Xozatê ku pakêtên zad û qut tên belavkirin, rûyên xwe yên qirêj ên xizmeta bi armanca hilbijartinê careke din derxistin holê.

ESNAF: EV LÎSTÎK Lİ XOZATÊ BÊ WATE NE

Pergal berê jî giraniya xwe dabû Xozatê, ji bo qutkirina kokên Dêrsimê, li Xozatê polîtîkayên cur bi cur kiribûn dewrê û bi skandala qeydkirina mirovan ketibû rojevê. Gelê Xozatê tevî her tiştî jî serî netewandibû. Dikandarên ku me bi wan re sohbet kir, bi gotina, “Di rastiyê de Dêrsim Xozat e. Lewma îro tevayî polîtîkaya li ser Dêrsimê yanî Xozatê zêde dikin. Lê em ê li hember van polîtîkayan berxwedana xwe bidomînin” nerazîbûna xwe nîşan dan.

SARINC, QEYDKIRIN ÎRO JÎ PAKÊTÊN ZAD Û QUT

Dikandarê Xozatê diyar kir ku timî li rex mazlûman in û got, “Em ê timî jî wiha bin. Berxwedana li hember zaliman mîrasa ku me ji xaka xwe wergirtiye. Em ê bi xwedîderketina li van mîrasan vê lîstikê xera bikin. Bila netirsin qet şaş fêm nekin. Gelê me bi sarinc û makîneyên şûştina kincan nehatin lîstikan, rastî qeydkirinan hat dest ji têkoşînê berneda. Wê îro jî pakêtên zad û qut bigire, di hilbijartinan de jî wê dengên xwe bide şaredara me ya berê, ez nabêjim namzeta me, wê dengên xwe bide parlamenterên me Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu.”

...