Namzetên HDP’ê tevgera Azadî û VAKAD ziyaret kirin
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Wanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Komeleya Tevgera Azadî û VAKAD ziyaret kirin.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Wanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Komeleya Tevgera Azadî û VAKAD ziyaret kirin.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Wanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Komeleya Tevgera Azadî û VAKAD ziyaret kirin. Di ziyaretan de girîngiya tifaqa di navbera Kurdan de hat diyarkirin û hat ziman ku ji bo derbaskirina benda hilbijartinê wê têkoşîna hevpar bê dayîn.
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Derya Hayva, namzetên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Adem Ozcaner, Selamî Ozyaşar û Remzî Ozgokçe di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Komeleya Tevgera Azadî ya bi HDP’ê re tifaq kir ziyaret kirin.
'JI BO DERBASKIRINA BENDÊ EM Ê PIR BIXEBITIN'
Sekreterê Giştî yê Tevgera Azadî ya Wanê Abîdîn Engîn, kêfxweşiya xwe ya ji bo ziyaretê anî ziman û got, “Em bawer in wê Kurd di nav yekîtiyê de rêgezên xwe ava bikin. Lewma ji bo derbaskirina benda ji sedî 10 em ê pir bixebitin.”
'TIFAQ SERKETIN E'
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Derya Hayva jî got ku ‘Tevgereke wiha ne ku destpêkê mirovan esas digirin’ tifaqa bi Tevgera Azadî re girîng e û wê vê Tevgera Azadî hêz bigirin. Hayva wiha dewam kir: "Ev tifaq serketineke. Em wiha dibînin.”
Yek ji namzetên din ê HDP’ê Lezgîn Botan jî diyar kir ev tifaq ne tenê tifaqa hilbijartinê ye û wiha axivî: “Aştî û demokrasiya di nav Kurdan de bersiva herî baş a ji dijminan re ye.”
Namzetê HDP’ê Selamî Ozyaşar jî anî ziman ku wê bi hev re jiyana nû ava bikin û got, “Barê me giran e, lê em ê bi hev re vî barî rakin. Wê bawerî û ev yekîtiya me, me bigihîne serketinê.”
Namzetê HDP’ê Remzî Ozgokçe jî got ku gelê Kurd girîngiyê dide referansên Îslamî.
'EM NE ALTERNATÎFÊN HEV IN EM HEVDU TEMAM DIKIN'
Adem Ozcaner ê di encama tifaqa di navbera Tevgera Azadî û HDP’ê de bû namzetê HDP’ê yê Wanê wiha axivî: "Ev tifaq ne tenê tifaqeke hilbijartinê ye. Li Kurdistanê Misilman timî di nav têkoşînekê de bûn. Tevgera Azadî û HDP ne alternatîfên hevdu hêmanên girîng in ên hevdu temam dikin.”
VAKAD HAT ZIYARETKIRIN
Heyeta HDP’ê piştî Tevgera Azadî Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ziyaret kirin. Aktîvîsta VAKAD Zozan Ozgokçe diyar kir ku beyannameya HDP’ê ya hilbijartinê gel kêfxweş kirine û got, "Di mijara pirsgirêkên jinan de Tirkiye timî paşde diçe. Em dixwazin timî bi HDP’ê re di nav danûstendinê de bin. Divê HDP nêzî hemû rêxistinên jinan be. Hêvîdar im bi HDP’ê rewş pêş bikjeve.”
Piştî Ozgokçe Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Derya Havya jî got, “Tevayî xebatên jinan ji bo me girîng in û em qet cudakariyê nakin. Pirsgirêka jinê tenê wek pirsgirêka jinên rastî şîdetê tên mirov nikare bigire dest. Em wek HDP’ê têkoşîneke ku em perspektîfeke zanistî tevlî dikin pêş dixin.”