'HDP keştiya Nûh e'
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan HDP şiband keştiya Nûhê û got, "Her kesê li vê keştiyê siwar nebe, wê bifetise. Werin; ji bo pêşerojeke demokratîk em vê keştiyê bendergehê."
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan HDP şiband keştiya Nûhê û got, "Her kesê li vê keştiyê siwar nebe, wê bifetise. Werin; ji bo pêşerojeke demokratîk em vê keştiyê bendergehê."
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan HDP şiband keştiya Nûhê û got, "Her kesê li vê keştiyê siwar nebe, wê bifetise. Werin; ji bo pêşerojeke demokratîk em vê keştiyê bendergehê." Aslan ku weke nûnerê gelê Ereb ê li Mêrdînê di lîsteya HDP'ê de cih digire bibîr xist ku AKP'ê komeleyên Ereban girtine, lê HDP'ê temsîliyet daye Ereban. Aslan ji gelê Ereb xwest, ku ji bo azadî û nasnameya Ereban dengê xwe bide HDP'ê.
Gelê Ereb ê di tevahiya dîroka Komarê de li polîtîkaya înkar û tinekirinê rast hat û mafê temsîliyeta di siyasetê de jê re nehat dayîn, di hilbijartinên giştî yên 2015'an de ji lîsteya HDP'ê yekemcar şensek bi dest xist ku li Meclîsê bê temsîlkirin. Mehmet Alî Aslan ê ji HDP'ê di rêza 4. a Mêrdînê de namzetê parlamenteriyê ye, wê weke nûnerê gelê Ereb biçe parlamentê.
Mehet Alî Aslan, der barê hilbijartinan de bersiv da pirsên ANF'ê.
Di destpêkê de hûn dikarin xwe bidin naskirin?
Li navçeya Amed Farqînê ji dayik bûm. Min li Amedê xwend. Bi eslê xwe ji gundê Hesbînas ê Mîdyatê me. Di sala 2006'an de di damezrandina yekemîn Komeleya Mihelmî ya Ereb de min cih girt û Serokatiya wê kir. Di sala 2008'an de, di damezrandina yekemîn Komeleya Anatoliyê de min cih girt, ku komele platformeke Ereb e. Mamosteyê polê me. Di kovar û rojnameyan de gotarên min hene. Tevî çalakiyên ji bo gelên bindest dibim.
'HDP'Ê DERFETA XWE TEMSÎLKIRINÊ DA ME'
Ji lîsteya HDP'ê li Mêrdînê weke nûnerên gelê Ereb hûn namzet hatin nîşandan. Sedema cihgirtina we di nava HDP'ê de çi ye?
Li welatên mîna Tirkiyeyê me dît ku bi rêya rêxistinên civakî yên sivîl zêde encam bi dest nakeve. Pêwîstî bi temsîliyeteke siyasî heye. Weke bingeha herî baş a vê temsîliyetê jî, me HDP dît. Çima HDP? HDP xwedî paradîgmayeke ku hemû bawerî, çand û nasname lê dikarin xwe temsîl bikin.
HDP peyamê dide me ku em dikarin bi ziman, bawerî û nasnameya xwe re cihê xwe di nava vê partiyê de bigirin. Partiyên din ji me re dibêjin ziman, nasname û çanda xwe deynin aliyekî, were mîna leşkerekî partiya me, bibe robotê me.
HDP li dijî vê ferasetê ye û xwedî paradîgmayeke berevajî vê ye. Di dîroka Tirkiyeyê de yekemcar e partiyeke siyasî ne tenê ji bo Ereban mafê temsîliyetê dide hemû bawerî û nasnameyan. Di nava van de Laz, Ermenî, Çerkez û gelên din jî hene. Ev tesmîliyet tê wateya bidawîbûna zîhniyeta nîjadperest a yek netewe, yek dewlet, yek çand û yek baweriyê ya 90 salî. Ev 90 sal in dewleta Tirk yek netewe, yek bawerî li ser welatiyên xwe ferz dike û hewl dide dîmenekî bi vî rengî nîşanî cîhanê bide. Tevgera Azadiyê û Birêz Ocalan, ji bo nîşan bidin ku ev yek ne wiha ye, têkoşîneke mezin meşandin û nêrînên xwe jî roj bi roj xistin meriyetê.
'JI BO NASNAMEYA EREB EM Ê TÊBIKOŞ IN'
Çûyîna we ya Meclîsê, wê bandoreke çawa li ser naskirina nasnameya Ereb bike, hûnê xebateke bi çi rengî bimeşînin?
Bi çûyîna me ya Meclîsê re, haya gelê Tirkiyeyê wê ji hemû nasname, çand û baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê çêbibe. Ev yek wê bi saya tevgera azadiyê û HDP'ê çêbibe. Divê girseya Mihelmî ya Ereb vê yekê baş bibîne. Li Tirkiyeyê 800 hezar jê Mihelmî bi mîlyonan Ereb tine tên hesibandin. Heta roja îro behsa gelê Ereb Mihelmî nehatiye kirin û tesmîliyet ji gelê Ereb re nehatiye dayîn. Em ê li Meclîsê, xebatên ji bo dawî li vê rewşê bîne bimeşînin û ji bo naskirina nasname û çanda Ereb têbikoş in.
'HDP KEŞTIYA NÛH E'
Ji bo gelê Ereb dengê xwe bide HDP'ê peyameke we heye?
Gelê Ereb ku yek ji çar hêmanên damezrîner ên dewleta Tirkiyeyê ye, ji aliyê Komarê ve li derve hat hiştin û cih jê re nehat dayîn. HDP'ê derfeta temsîliyetê da me ku em dawî li vê li derve hiştinê bînin û xwe îfade bikin. Li pêşberî vî mafê temsîliyetê, divê Mihelmiyên Ereb li Mêrdînê mal bi mal bigerin û ji bo HDP'ê dengan bixwazin. Ev ne tenê meseleyeke partiyekê yan jî dengdayînê ye. Ev yek feraseteke nû û veguherîna demokrasiya rasteqîn e. Ev guhertina HDP wê rê li ber veke, wê derfetên jiyana neteweyek demokratîk a ji hemû nasname û zimanan biafirîne.
Bi tenê dengê gelê Ereb têrê nake. Hemû gel, her derdorên li Mêrdînê dijîn, dengê xwe bidin HDP'ê. HDP ji bo hemû welatiyên li Tirkiyeyê mîna keştiya Nûh e. Di keştiya Nûh de hemû ruhber hebûn. Ji hemû nîjad, ji hemû zimanan mirov hebûn. HDP'ê jî niha ev mîsyon hilgirtiye ser milê xwe. Ji bo rizgariya her kesî divê em vê keştiyê bi selametî bigihêjînin bendergehê. Ev yek wê bi kêrî her kesî were. Divê gelê Ereb ji bilî HDP'ê li alternatîfeke din nefikire. Li dijî dizî, lîstikên qesrê û mejiyê faşîzan ê yek netewe yê AKP'ê, divê gel li dora HDP'ê bicivin û ampûlên AKP'ê yên qesrê vemirînin.
'PÊWÎSTE GELÊ EREB BERÊ XWE BIDE HDP'Ê'
Gelê Ereb ê li Mêrdînê namzetiya we bi çi rengî pêşwazî kir?
Di xebatên xwe de em li reaksiyonên gelekî erênî rast tên. Cara yekemîn e girseya Mihelmiyên Ereb nîqaş dike ku deng bide HDP'ê yan na. Ev nîqaş bi dîtina min, li Mêrdînê rê li ber rewşeke nû vedike. Gelê Ereb ê di tevahiya dîroka Komarê de dengê xwe dan partiyên sîstemê, yekemcare nîqaş dike ku dengê xwe bide partiyeke siyasî ya bi pêşengiya tevgera siyasî ya Kurd derketiye holê. Ev nîqaş bi tena serê xwe nîşan dide ku HDP'ê li Mêrdînê bandoreke bi çi rengî li gelan kiriye.
Li aliyê gelê Ereb ev nîqaş wê bi dengdayîna ji bo HDP'ê bi encam bibe. Ji xwe komên girîng ên gelê Ereb ji me re ragihandin ku tercîha wan wê HDP be. Lewma temsîliyeta gelê Ereb di nava gelê Ereb de rê li ber nîqaşeke erênî vekir û em ê berhemên vê di 7'ê Hezîranê de berhev bikin.
Jin, ciwan nîqaş dikin. Bi taybetî jin û ciwanên Ereb berê xwe dane HDP'ê. Girtina komeleyên me ji aliyê AKP'ê ve di nava gelê me de rê li ber aciziyeke mezin vekiriye. Gelê Ereb wê dengê xwe nede hikûmeta AKP'ê ya komeleyên wan girtiye û şensê jiyanê nade wan.
Ji bo lîsteya HDP'ê ya Mêrdînê derbasî Meclîsê bibe, hûn bi îdîa ne?
Em ê ji sedî sed biçin Meclîsê. Îdîaya me ew e ku tevahiya lîsteyê bibin meclîsê. Divê hedefa me ya bi tenê ne çûyîna Meclîsê be. Armanca me bûyîna partiya mûxalefeta bingehîn be. Hejmarek ji bo vê yekê were bidestxistin. Û bi vî rengî li hemberî dîktatoriya AKP'ê mûxalefeteke bi bandor bikin.