KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li 5 navendan kongreyên NCDK’ê
Bajarên Bensheîm û Aschaffenbûrg ên Elmanyayê, bajarên Marsîlya û Normandiya yên Fransayê û banliyo Vîllîer le Bel a Parîsê kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk anîn. -
Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê koma ji Rennesê ve dewir hat girtin
Nobeda azadiyê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, bê navber dewam dike. -
Demîrtaş: AKP’ê plan dikir cenazeyê leşkeran bişîne 10 bajaran
Serokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn tevlî xwarina piştevaniyê ya ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Wanê ve hat organîzekirin bû got, “Ez ji dil dibêjim. Plan li Enqereyê çêkirin... Armanca wan ev bû ku 10 cenazeyan bişînin bajarên Tirkiyeyê. -
Li Stewrê tevgera leşkerî
Li gundên navçeya Stewrê ya Mêrdînê liv û tevgera leşkerî destpê kir. Welatiyên herêmê ketin nava fikaran. -
Baydemîr: Hikûmet propagandayek reş dike
Namzetê HDP’ê yê rêza yekemîn ê Rihayê Osman Baydemîr tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya navçeya Pirsûsê ya li ser sînorê Rojava bû. -
'Dema ev gel Misilman bû Serokatiya Karûbarên Diyanetê tine bû'
Namzetên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Gulcan Avci çûn serdana gundên navçeya Siwêregê û daxwaza piştgiriyê kirin. -
Ji namzetên HDP’ê çalakiyên vekirin, civîn û serdan
Xebatên namzetên HDP'ê berdewam dikin. Namzet li gelek bajaran tevlî vekirina buroyên hilbijartinê bûn, civînên gel li dar xistin û çûn serdana sendîka û komeleyan. -
HDP’yiyên hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin
6 HDP’yiyên ku duh di meşa HDP-HDK’ê de hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. -
Şervana YPJ’ê Aydogan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Hasret Aydogan (Raperîn Reşîd) a li Kantona Efrînê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate definkirin. -
Li Sîhenk buroya hilbijartinê hat vekirin
HDP’ê li Taxa Sîhenk a Dêrsimê buroya hilbijartinê vekir. Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, endamên DBP, HDP, DHP, Partîzan, EMEP, ESP û gelek welatî di vekirina buroyê de amade bûn. -
Di konvoya cenazeyê şervana YPJ’ê Aydogan de qeza
Di konvoya cenazeyê Şervana YPJ'ê Hasret Aydogan (Raperîn Reşad) a li Erfînê jiyana xwe ji dest da qezaya trafîkê pêk hat û 12 kes birîndar bûn. -
Gerîlayên PKK'ê Ece û Kar li Bîelefeldê hatin bîranîn
Gerîlayên PKK'ê Behiye Ece (Dêrsim) û Îsmet Kar (Artêş) li bajarê Elmanya Bîelefeldê bi merasîmekê hatin bîranîn. -
YXK'ê Delîl Ateş bibîr anî
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) li bajarê Elmanya Kasselê, Delîl Ateş ê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da, bibîr anî. -
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk roj bi roj zêde dibe
HPG'ê da xuyakirin ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li Kurdistanê her zêde dibe. -
Di operasyonên li Kobanê û Cizîrê de çeteyan derbên giran xwarin
Di operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li kantonên Kobanê û Cizîrê de duh gundekî Kobanê hat rizgarkirin û li rojavayê Cizîrê jî êrîşa çeteyan hat şikandin. Di pevçûnên 48 saetên dawî yên li Til Temirê de 34 çete, li Kobanê jî duh 3 çete hatin kuştin. -
'Divê Kurdên li Danîmarkayê xwedî li deng û rûmeta xwe derkevin'
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê, kongreya xwe ya salane ya asayî lidar xist. Di axaftinên li kongreyê de berxwedanên Kobanê û Şengalê hatin silavkirin û polîtîkaya darvekirinê ya rejîma Îranê hat protestokirin. -
Balûken: Gav neyê avêtin, hevdîtin bê wate ne
Parlamenterê HDP'ê û namzetê rêza 1. ê Amedê Îdrîs Balûken diyar kir ku hikûmet û dewletê di pêvajoya çareseriyê de berê xwe dane neteweperestiyê. -
Jina HDP'yî li êrîş û tacîza polîsan rast hat
Jina bi navê T.Y. a di merasîma bîranîna Qirkirina Ermeniyan a rêxistina HDP-HDK a Kadikoyê de bi lêdanê hat binçavkirin, derket holê ku polîsan bi dest tacîz lê kirine. -
Li Dresdenê çalakiya ji bo destekkirina HDP'ê
Li bajarê Dresdenê, di çalakiya ji bo destekkirina HDP'ê de hat destnîşankirin, ku hilbijartinên dema pêş di warê diyarkirina çarenûsa gelan de xwedî girîngiyeke mezin e. -
Namzetên parlamenteriyê malbata Kartal ê YPG'yî ziyaret kirin
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Colemêrgê, malbata şervanê YPG'ê Serbest Kartal (Simko Çarçela) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin. -
Yuksekdag: Dema civak tengav bû, HDP'ê şewq da
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag got, "Ronahiya HDP'ê, li dijî tarîtiya AKP'ê tevahiya welat ronî kir û qadeke hevgirtina hemû gelan afirand." Yuksekdag destnîşan kir ku provokasyon wê bi ser nekevin. -
11. Kongreya Yekîtiya Neteweyî li Moskowa destpê kir
Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd ên li qada Essengê xebata xwe dide meşandin, kongreya xwe ya 11. lidar dixe. -
Namzetên HDP'ê li eleqeyeke mezin rast tên
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'yî, xebatên xwe yên hilbijartinê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi merasîmên vekirin, şahî û civînan dewam dikin. Li her cihî gel eleqeyeke mezin nîşanî namzetên HDP'ê dide. -
Li Rûsyayê Kongreya Otonomiya Kurdan hat lidarxistin
Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê 7. Kongreya xwe lidar xist. Di kongreyê de biryara hevserokatî û li hemû qadê Rûsyayê vekirina otonomiyê hat girtin. -
Li Hîldesheîmê civîna bîranîna 'şehîdan'
Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê civîna bîranîna 'şehîdan' hat lidarxistin.