Namzetên parlamenteriyê malbata Kartal ê YPG'yî ziyaret kirin

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Colemêrgê, malbata şervanê YPG'ê Serbest Kartal (Simko Çarçela) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Colemêrgê, malbata şervanê YPG'ê Serbest Kartal (Simko Çarçela) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Namzetê parlamenteriyê yên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Nîhat Akdogan û Abdûllah Zeydan, ji b sersaxiya malbata Kartal bikin, bi rêveberên MEYADER, Dayikên Aştiyê, HDP û DBP'yî re çûn gundê Şitazin ê Geverê.

Irmak di dema serdanê de peyivî û got, "Êş êşa me hemûyan e. Di her şehadetê de em di êş in. Eger ev şehîd nebûya ax, dehl, rez, namûsa me wê di destê dijimin debûya. Wan şeref, rûmet, ax û pêşeroja me rizgar kirine. Êdî dilê me nikare van êşan rake. Yekane daxwaza me ew e ku ev êş tavilê bi dawî bibin û dijminên xwînxwar ê bê wijdan di dema herî nêz de têk biçin."

Apê Serbest Kartal ê YPG'yî Emîn Kartal jî got, "Têkoşîna me wê bi xwîna li bedenê şehîdên me re ber bi azadiyê ve biherike. Rêya wan rêya me ye. Ev êş êşeke welê ye ku ancax bi Kurdistaneke azad dikare bê bidawîkirin" û banga têkoşînê li her kesî kir.

Piştî serdanê, namzetên parlamenteriyê ji gund derketin.

Nûnerên MEYADER'ê jî bi endamên malbata Kartal re ji bo wergirtina cenazeyê Serbest Kartal ê YPG'yî, ketin ser rêya Rihayê.

Endamên malbatê piştî wergirtina cenaze wê roja Sêşemê li Geverê veşêre.