'Dema ev gel Misilman bû Serokatiya Karûbarên Diyanetê tine bû'

Namzetên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Gulcan Avci çûn serdana gundên navçeya Siwêregê û daxwaza piştgiriyê kirin.

Namzetên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Gulcan Avci çûn serdana gundên navçeya Siwêregê û daxwaza piştgiriyê kirin. Hevseroka HDP’ya Rihayê Yasemîn Kiliç tevî heyetê çû serdana gundan. Heyeta HDP’ê ku çû serdana gundên Uçkûyû, Kaynak û Karabahçe yên Siwêregê û rastî eleqeyek mezin hatin.

Namzetê HDP’ê yê rêza yekemîn ê Rihayê Osman Baydemîr di serdana gundên Siwêregê de axivî. Baydemîr diyar kir ku hilbijaritnên 7’ê Hezîranê hilbijartinên azadî û aştiyê ne û got: “Xwedîderketina we ya li HDP’ê, wê bibe xwedîderketina li aştî û azadiyê. Di aştiyê de xêr heye, di aştiyê de bereket heye. Werin em îtîfaqa xwe çêbikin û aştiya xwe biafirînin.  Xwedîderketina li HDP’ê xwedîderketina li keda 70 salan e. Dibêjin dewletek, miletek, çandek, înşallah ew ê yek bi yek bin bikevin. Li vê erdnîgariyê ji yekê zêdetir gel dijîn. Armanca me ew hemû gel di nava aştî û biratiyê de bijîn.”

'BILA FÊRÎ OL Û MEDRESEYÊN ME BIBIN'

Baydemîr pirsa ''Gelo em vî ola pîroz ji Serokatiya Karûbarên Diyanetê hîn bûn? '' pirsî û wiha axivî: ''Gelo medreseyên me li vê erdnîgariyê ne demarên ilmê ne?'' Baydemîr got: ''Şikûr ji Xwedê re beriya Serokatiya Karûbarên Diyanetê bê avakirin em Misilman bûn. Niha jî Misilman in, em ê sibê jî Misilman bin. Banga em e ku dewlet û hikûmet destê xwe ji ola me bikişînin. Bila ola me azad be.''

PÊWÎST NAKE DEWLET BIKEVE NAVBERA REB Û MIROVAN

Osman Baydemîr bal kişand ser Hevpeymana  Medîne û got: ''Em endamên baweriyek wiha nin ku Hevpeymana Medîne ava kiriye. Hemû baweriyên li Medîneyê karîn tevî baweriya xwe bijîn. Lê Serokatiya Karûbarên Diyanetê tiştekî dike, mezheba Şafî tine dihesibîne, Hembeliyê tine dihesibîne, Caferiyê tine dihesibîne, tenê û tenê baweriya Hanefîyê pêwîst dibîne. Pêwîst nake dewlet û hikûmet bikevin navbera reb û mirovan. ''

Baydemîr bibîr xist ku Riha di warê çandinî û ajalvaniyê de gelek dewlemend e û destnîşan kir ku li gel vê jî bajareke hejar e. Baydemîr got: ''Ev ne çarenûs e.''

Baydemîr xwest gundî hezkirin û şahiyên xwe bi çekan rave nekin û got: ''Kêfxweşiya herî xweş çepik, govend û tilîliyên dayikên me ne.''

...