Di operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li kantonên Kobanê û Cizîrê de duh gundekî Kobanê hat rizgarkirin û li rojavayê Cizîrê jî êrîşa çeteyan hat şikandin. Di pevçûnên 48 saetên dawî yên li Til Temirê de 34 çete, li Kobanê jî duh 3 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê berxwedana roja 223. a Kobanê û pevçûnên li rojavayê kantona Cizîrê de daxuyaniyek weşand û encamên van pevçûnan bi raya giştî re parve kir.
GUNDÊ TIL EBRÊ HAT JI ÇETEYAN HAT PAQIJKIRIN, 3 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyona YPG/YPJ'ê ya pêr li başûrrojavayê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hat destpêkirin bi dawî bûye û di encamê de gundê Til Ebrê yên çete ketibûnê, bi temamî hatiye rizgarkirin û serweriya YPG/YP'Jê ya li qadê xurttir bûye.
Navendê diyar kir ku duh bi şev li hemberî komên çete yên li herêma di navbera gundên Eydanê û Cindê yên li rojhilatê Kobanê de çalakî hatiye lidarxistin û hat gotin, "Di vê êrîşê de bi qasî hatiye zelalkirin 3 endamên çete hatin kuştin. Hêzên li vê qadê dest danîn li ser 1 roketavêja B7 û 5 roketên roketavêja B7, 1 kleş, 1.000 fîşekên kleşên, 4 bombeyên destan, 1 rext û 1 bêtel a çeteyan."
LI DERDORA TIL TEMIRÊ ÇETEYAN DERBÊN GIRAN XWARIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de li ser pevçûnên li rojavayê Kantona Cizîrê agahî da û da zanîn, ku operasyona YPG/YPJ'ê ya li herêma Meqlea ya stratejîk a 17 km li rojavayê Til Temirê ye, dewam dike.
Navendê ragihand ku êrîşa duh a çeteyan a li hemberî herêmê li bersiveke tund rast hatiye û çeteyan li vir derbên giran xwarine.
Li gorî daxuyaniyê di pevçûnên duh piştî nîvro destpê kirin û heta ber destê vê sibehê dewam kirin de 7 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Navendê destnîşan kir ku bi vî rengî, di pevçûnên 2 rojên dawî de hejmara çeteyên hatine kuştin gihaştiye 34'an û pevçûnên li herêmê bi çek û maşînên giran dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "hêzên me di vê operasyonê de tevî 16 termên çeteyan dest danîn li ser 1 panzer, 1 doçka 12,5 mm, 11 kleş, 4 roketavêja B7, 1 BKC, 40 şarjor, 2 bombeya destan û gelek cebilxaneya van çekan."