Gerîlayên PKK'ê Ece û Kar li Bîelefeldê hatin bîranîn

Gerîlayên PKK'ê Behiye Ece (Dêrsim) û Îsmet Kar (Artêş) li bajarê Elmanya Bîelefeldê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Gerîlayên PKK'ê Behiye Ece (Dêrsim) û Îsmet Kar (Artêş) li bajarê Elmanya Bîelefeldê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Gerîlaya PKK'ê Behiye Ece (Dêrsim) a di sala 1997'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest da û Îsmet Kar (Artêş) ê di sala 1994'an de li Botanê jiyana xwe ji dest dan, li Bîelefeldê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê îro li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bîelefeldê pêk hat û bi qasî sed kes beşdar bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û xizmên cangoriyan axaftin hatin kirin.

Xwişka Ece Mehrûbe Ece di axaftina xwe ya li vir de got, "Şehîd şehîdên Kurdistanê ne. Divê em xwîna şehîdan li erdê nehêlin û xwedî li têkoşîna wan derkevin.

Li ser navê rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan jî Xelef Çelîk mafê axaftinê wergirt, destnîşan kir ku PKK partiya şehîdan e û got, "Ji bo em layîqî şehîdan bin, divê çi ji destê me bê em bikin."

Çelîk bal kişand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û anî ziman ku ji bo serketina HDP'ê girîng e her kes bi şev û roj bixebite.

Piştî axaftinan nane xêrê hat dayîn û merasîm bi dawî bû.