YXK'ê Delîl Ateş bibîr anî
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) li bajarê Elmanya Kasselê, Delîl Ateş ê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da, bibîr anî.

Delîl Ateş ê di salên 90'î de di nava xebatên YXK'ê de cih girt, dûre tevlî refên gerîla bû û jiyana xwe ji dest da, her sal bi tûrnûvayên futbolê û çalakiyên cihêreng tê bîranîn.
Di bîranîna li Kasselê de, sînevîzyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û lîstika şano ya li ser jiyana şoreşgera enternasyonalîst Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da, hatin pêşkêşkirin.
'HETA RÊBER APO AZAD BIBE...'
Di axaftina li ser navê YXK'ê ya li bîranînê de hat gotin, "Di serî de Delîl Ateş ji bo hilandîna tola hemû rêhevalên xwe yên di şoreşê de jiyana xwe ji dest dane û heta azadkirina Rêber Apo wê têkoşîna me dewam bike. Em ê bi ruhê Kobanê û Şengalê têoşîna navneteweyî bilind bikin."
Çalakiya îsal a bîranînê, diyarî Ivana Hoffmann û Devran Amed ên li Rojava jiyana xwe ji dest dan, hat kirin.