Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk roj bi roj zêde dibe
HPG'ê da xuyakirin ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li Kurdistanê her zêde dibe.
HPG'ê da xuyakirin ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li Kurdistanê her zêde dibe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn, ku bi mehên biharê re li Kurdistanê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bi awayekî zelal, zêde bûye.
HPG'ê li ser zêdebûna tevgera leşkerî ev agahî da:
"Ev 10 roj in, ji bo Qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê ye û di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, veguhastina leşkerî tê kirin.
Her wiha di 25'ê Nîsanê saet di navbera 12:00 - 19:30 de li heman herêmê û li ser xeta sînor bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif hatiye kirin. Ji saet 21:00 ê heman rojê heta saet 09:00 ê 26'ê Nîsanê jî li qada di navbera Kuro Jaro û Metîna de tevgera keşfê dewam kir, di 25'ê Nîsanê saet di 20:30 de jî tevgera balafirên şer rû da.
Di 25'ê Nîsanê saet di navbera 14:00 - 18:00 de li qadên Şehîd Xebat, Dola Îlbey, Dola Şehîd Reşîd, Dola Perî, Şehîd Hesen, Pira Xanê û Xolxolê yên di navbera Erzîrom û Çewlikê de ne, bi pêgerê hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.
Di heman rojê saet di navbera 13:00 - 20:00 de, li gundê Boşatê û derdora wê yê navçeya Amed Farqînê, li qada Şehîd Ferhat a Liceyê, ji saet 22:00 ê 25'ê Nîsanê heta 02:30 ê 26'ê Nîsanê li qada Metîna, di navbera 04:30 û 12:00 ên 26'ê Nîsanê de li ser qada Gabar a Botanê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker geriyane.
Ji 24'ê Nîsanê û pê ve saet di navbera 21:00 û 05:00 ê sibehê de, artêşa TC a dagirker li qada gundê Hebabê yê navçeya Mêrdîn Nisêbînê kemînan datîne.
Di 25'ê Nîsanê saet di navbera 11:00 - 16:00 de ji bo Qereqola Bêzok a li navçeya Colemêrg Şemzînanê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky veguhastina leşkerî hatiye kirin. Her wiha ji saet 12:30 ê heman rojê heta danê nîvro yê 26'ê Nîsanê, li ser Tabûra Ereba, Werxelê û giştiya qadê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk keşif kirine."