Li Rûsyayê Kongreya Otonomiya Kurdan hat lidarxistin
Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê 7. Kongreya xwe lidar xist. Di kongreyê de biryara hevserokatî û li hemû qadê Rûsyayê vekirina otonomiyê hat girtin.
Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê 7. Kongreya xwe lidar xist. Di kongreyê de biryara hevserokatî û li hemû qadê Rûsyayê vekirina otonomiyê hat girtin.
Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê 7. Kongreya xwe lidar xist. Di kongreyê de biryara hevserokatî û li hemû qadê Rûsyayê vekirina otonomiyê hat girtin.
Li paytextê Rûsyayê Moskowa, Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê 7. Kongreya xwe, li gel ji deh qadên cuda yê Rûsyayê serok û nûnerên rêxistinên Kurd bi tevahî bi beşdariya 51 delegeyan lidar xist. Kongeraya ku li avahiya Mala Kurdan hat li darxistin ji bo giyana cangoriyê Kurdistanê bi yek deqeyê rêzgirtinê despê kir.
Axaftina vekirinê ya Kongerê ji hêla serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev ve hat kirin. Patiyev di axaftina xwe de bal kişand ser civaka Kurdan a li qada Rûsayayê dijîn û got: "Li gor zangonên Dewleta Rûsya ev demek dirêje Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê hatiye rêxistinkirin û xebatê xwe dide meşandin. Bi avakirina vê otonomiyê re li qadên din jî Otonomiyên Çandî û Civakî hatine vekirin û rêxistinkirin. Bi saya van Otonomiyan em dikarin yekîtiya xwe biparêzin û xurt bikin. Her wiha asîmîlasyona li ser ciwanan tê maşandin jî bi saya rêxistinên vî rengî em dikarin pêşî lê bigrin. Di vê kongreyê em ê hin biryarên girîng û bi wate bigirin. Bi van biryaran re em ê bikarin hîn baştir xwe rêxistin bikin û bikaribin xwe bigihînin her qada civakê."
Patiyev di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku wê di vê kongreyê de rêvebiriya Otonomiyê wê derbasî hevserokatiyê bibe. Patiyev axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ggelek sazî, rêxistin û partiyên me yê Kurdan êdî bi sîstema hevserokatiyê ve tên rêvebirin. Ji bo vê yekê pêwîste em jî li hemû Otonomiyê Kurd ên li qada Rûsayayê xebatê xwe didin maşandin derbasî vê sîstemê bibin. Ez di wê baweriyê de me ku wê bi sîstema hevserokatiyê ve xebatên me hîn baştir bê rêxistinkirin û rêvebirin."
Piştî axaftina serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev rapora xebata du sala hat xwendin. Di raporê de xebatên ku rêvebiriya Otonomiyê di nava du sala de daye meşandin û pêşveçûna xebatê bi baldariyek mezin habû nivîsandin. Ji bo li qadên Kurd lê jiyan dikin Otonomiyên Çandî û Civakî bên vekirin xebatên hatine maşandin û di vê çerçoveyê de li hin qadên girîng ên wek Yarşova û Qirim Otonomî hatine vekirin û ji bo li hin qadên din jî Otonomî bên vekirin xebata hatiye kirin hatibû destnîşankirin.
Piştî xwendina rapora xebatê nirxandin hatin kirin. Di nirxandinan de hat destnîşankirin ku xebatên tên kirin pêwîste li gor pêvajoya ku li Kurdistanê bên meşandin bin û gel li ser bûyerên li welat diqewimin bên agahdar kirin. Ji bo vê jî li ser pêwîstiya tora medyayî bi baldarî hat sekinandin. Her wiha ji bo ciwan fêrî zimanê dayikê bibin li ser girîngiya ziman û rêxistina perwerdeya ziman hat sekinandin. Herî zêde nîqaş li ser şêwazê xebata Otonomiyê hat kirin. Li ser van nîqaşan biryar hat girtin ku xebatên Otonomiyê bi şêwazê komîteyan bê rêxistinkirin. Di vê çerçoveyê de komîteya karên derve, komîteya çand û huner, komîteya perwerdeyê, komîteya jinan, komîteya çapemeniyê, komîteya ciwanan û komîteya aborî hat avakirin. Rêveberiya komîteyan jî wê ji aliyê serok û cigirêkî/ê ve were birêvebirin.
Di rûniştina dawî ya kongreyê de rêveberiya Otonomiyê hat bilbijartin. Ferhat Patiyev û Liyana Simoyan ji bo Hevserokatiyê û 9 endamên rêveberiyê hatin hilbijartin. Di heman demê de her endameke/î rêveberiyê wê berpirsyarê komîteyekê be. Li gorî rêziknameya Otonomiyê her komîteyek wê bi rêziknameya xwe ya xweser were birêxistinkirin û xebatê xwe wê di vê çerçoveyê de bide meşadin. Rêveberiya ku hat hilbijartin wê ji bo du sala li ser erk be.