Li Sîhenk buroya hilbijartinê hat vekirin
HDP’ê li Taxa Sîhenk a Dêrsimê buroya hilbijartinê vekir. Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, endamên DBP, HDP, DHP, Partîzan, EMEP, ESP û gelek welatî di vekirina buroyê de amade bûn.

Vekirina buroyê bi rêzgirtinê destpê kir, Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl di axaftina xwe ya vekirina buroyê de got ku ji bo afirandina welatekî Denîzan, Mahîran, Îbrahîman, Sakîneyan û Sîbelan xeyal dikir projeke wan a girîng heye. Bûl anî ziman ku proje ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav çar dîwaran de amade kiriye, wê xeyalên pêşengên şoreşger pêk bîne.
Namzeta HDP’ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn jî got ku îro bi jiyaneke nû bi nav HDP’ê de ne.
Şahîn da xuyakirin ku Dêrsimî ji ber baweriya xwe rastî qirkirinê hatin û wiha dewam kir: “Em jinên ku tine hatine hesibandin. Em heta niha astengiyên ku di vê civakê de nehatine dîtin in. Em gelekî wiha ne ku mafên me hatine xespkirin û cenazeyên me di bin erdê de hatine hiştin. Li hember benda mêr, li hember benda siyasî, em tevayî bendan hildiweşînin û tên.”
Namzetê Dêrsimê Alîcan Onlu jî destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê pergal tên guhertin û got, “Xala herî girîng guhertina pergalan e. Em ji vê re jiyana nû dibêjin. Di merheleya em gihiştinê de wê mehkumiyeta gelan ne mijara gotinê be.”
Piştî axaftinan bi çepik û tililyan buro hat vekirin.