'Divê Kurdên li Danîmarkayê xwedî li deng û rûmeta xwe derkevin'

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê, kongreya xwe ya salane ya asayî lidar xist. Di axaftinên li kongreyê de berxwedanên Kobanê û Şengalê hatin silavkirin û polîtîkaya darvekirinê ya rejîma Îranê hat protestokirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê, kongreya xwe ya salane ya asayî lidar xist. Di axaftinên li kongreyê de berxwedanên Kobanê û Şengalê hatin silavkirin û polîtîkaya darvekirinê ya rejîma Îranê hat protestokirin. Ji Kurdên li Danîmarkayê dijîn hat xwestin, ku xwedî li dengê xwe derkevin.

Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê destpê kir.

Di nîqaşên li kongreyê de hat ragihandin ku sala 2014'an de girîngiyeke dîrokî de derbas bûye û hat destnîşankirin ku divê ew ji cangoriyên şoreşê re bibin bersiv.

REJÎMA ÎRANÊ HAT PROTESTOKIRIN

Di kongreyê de berxwedanên Kobanê û Şengalê hatin silavkirin û hat ragihandin ku raya giştî ya cîhanê dîtiye ku Kurd bi destketiyên xwe re hêza eslî ya Rojhilata Navîn e.

Di kongreyê de bal hat kişandin ser qirkirin û darvekirina Kurdan ji aliyê rejîma Îranê ve û hat gotin, "Heta ku li parçeyekî Kurdistanê zilm dewam bike, Kurdistan wê azad nebe."

'LI DIJÎ PROVOKASYONÊN AKP'Ê EM XWEDÎ LI DENGÊ XWE DERKEVIN'

Di kongreyê de her wiha bal hat kişandin ser provokasyona hikûmeta AKP'ê ya li Agirî û bang li Kurdên li Danîmarkayê dijîn hat kirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de xwedî li deng û rûmeta xwe derkevin.

Her wiha rayedarên PYD, PJAK, YNK, FOKUS-A û Komeleya Jinên Kurd li Danîmarkayê di kongreyê de daxuaynî dan. Di axaftina li ser navê YNK Danîmarka de girîngiya yekîtiya neteweyî hat destnîşankirin.

Di dawiya kongreyê de hilbijartin aht kirin û meclîsa ji 82 kesan hat diyarkirin. Wekî din, komîsyonên civakî, ciwan, têkiliyên derve, çand, bawerî, çapemenî, têkiliya bi gel re, kontrol û dîsîplînê hatin avakirin.

Ji bo hevserokatiya navendê jî Fetî Baran û Zelîha Dogan hatin hilbijartin.

...