Ji namzetên HDP’ê çalakiyên vekirin, civîn û serdan
Xebatên namzetên HDP'ê berdewam dikin. Namzet li gelek bajaran tevlî vekirina buroyên hilbijartinê bûn, civînên gel li dar xistin û çûn serdana sendîka û komeleyan.
Xebatên namzetên HDP'ê berdewam dikin. Namzet li gelek bajaran tevlî vekirina buroyên hilbijartinê bûn, civînên gel li dar xistin û çûn serdana sendîka û komeleyan.
Xebatên namzetên HDP'ê berdewam dikin. Namzet li gelek bajaran tevlî vekirina buroyên hilbijartinê bûn, civînên gel li dar xistin û çûn serdana sendîka û komeleyan. Namzetê HDP'ê yê Enqere Sirri Sureyya Onder diyar kir ku ew dê Girtîgeha Mamakê bibin muzeya şermê û wiha got: "Em dê aliyekî bibin cihê Erdal Eren û aliyekî jî ji zarokên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest da veqetînin."
ENQERE
Li Enqereyê taxên Turkozu û Tekmezar ên Mamakê di vekirina buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Di vekirina buroyan de namzetên HDP’ê û gel amade bûn. Kesekî ku hate vekirina buroyê û îdia kir ji gaziyên Koreyê ye anî ziman ku tekane xilasiya Tirkiyeyê ketina HDP’ê ya di meclîsê de ye û ji bo vê yekê jî dê piştgiriyê bide HDP’ê. Bİrayê Ethem Sarisuluk, Mustafa Sarisuluk jî bû endamê HDP’ê.
Namzetê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder di vekirina buroya Tekmezarê de axivî û wiha got: “Vî dewleta ceberut her derê Tirkiyeyê kir îşkencexane. Dema ku em bi awayeke bihêz di meclîsê de cih bigirin em ê Girtîgeha Mamakê bikin muze. Em ê aliyeke ji bo Erdal Eren aliyeke jî ji bo zarokên di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dan veqetînin.” Onder bang li hemû kesan kir û xwest dengên xwe bidin HDP’ê.
Onder di vekiriha buroya Turkozuyê de jî axivî û anî ziman ku Turkozu rewşe herî krîstal a xizaniyê ye û wiha got: “Ev mirovên bi rûmet xwedî li HDP’ê derdikevin. Ev jî nîşaneya hêviya ku HDP’ê afirandiye ye.” Mustafa Sarisuluk j îli vir axivî û ev tişt anî ziman: “Ez hemû kesên ji berxwedana Geziyê heta berxwedana Kobanê têkoşînê dimeşînin silav dikim. Ev têkoşîn hêviya rizgariya gelan e. Ev jî di HDP’ê de ye.”
KONYA
HDP di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Karatay a Konyayê buroya hilbijartinê vekir. Gelek welatî û namzetê HDP’ê Şervan Zana, Eylem Almaz, Kamuran Tekîn beşdarî vekirinê buroyê bû. Namzetan di axaftinên xwe de diyar kirin ku dê bendên kul i hemberî gelan hatiye danîn dê hilweşînin.
Piştî axaftinan hunermendên herêmî komser dan û bername bi govendê bi dawî bû.
MÊRSÎN
Namzetên HDP'ê yên Mêrsînê li anvçeya Toroslar a Mêrsînê bernameya xwarinê li dar xist. Bernameya ji aliyê Platforma Jinan Mêrsînê ve pêk hat ligel namzetên jin û gelek kesên din tevlî bûn. Namzetên jin rastî eleqeyekî mezin hatin.
Namzetên HDP'ê li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê jî mal û esnaf ziyaret kirin. Namzetên li taxa Sumer û Yenîpazarê esnaf ziyaret kirin pişt re li taxa Çîlek tevlî taziyeyê bûn. Pişt re derbasî navçeya Torolarê bûn.
ANTALYA
Namzetên HDP'ê yên Antalyayê jî tevlî şahiya ji aliyê Partiya Emek û Halkevlerî ve hate organîzekirin bûn. Namzetên li vir bi gel re hatin cem hev diyar kirin ew dê bi gel re serkeftinekî hevpar qezenc bikin. Namzeta HDP'ê Nuray Erçagan di şahiyê de axivî û wiha got: "Em hemû bi hev re dê di hilbijartina 7'ê hezîranê de li hemberî tarîtiya AKP'ê ji gelên Tirkiyeyê re serkeftinekî ronî diyarî bikin." Erçagan da zanîn ku divê hemû kes bi rihê seferberiyê tevlî xebatên hilbijartinê bibe.
EDENE
Namzetên HDP'ê yên Edene jî bi karkerên Şaxa TUMTÎS'ê yên Edene hatin cem hev û cîvîn li dar xistin. Di civînê de ji Namzetên HDP'ê Ridvan Turan axivî û diyar kir ku dema xwendekar bû sendîkavanî kir û pirsgirêkên wan salan hatin jiyîn hêj berdewam dikin. Turan anî ziman ku divê karker xwedî rêxistinbûna polîtîkayên hikûmetan diyar bikin be. Di civînê de Meral Daniş Beştaş jî axaftine kir û diyar kir ku çavkaniya wan pereyê ji qesrê re tê xerckirin e. Nazmetê HDP'ê Tugay Bek jî axaftine kir. Serokê Şaxa TUMTÎS'Ê Halîl Çekîn jî diyar kir ku ew wekîlên li cem karkeran dixwazin bibînin.
STENBOL
Li Stenbolê jî xebatên namzetan berdewam dikin. Ji namzetên HDP'ê yên Stenbolê Hulya Îmak û Aynur Gurbuz li Esenyurtê, Huda Kaya jî li Sancaktepe telvî bernameyên jinan li dar xistin bûn. Namzeta HDP'ê ya Herêma Yekmîn Huda Kaya li taxa Yenîdogan a navçeya Sanckatepe tevlî bernameya jinan li dar xistî bûn. Kaya di bernameyê de axivî û balkişand ser girîngiya hilbijartina 7'ê hezîranê û polîtîkayên AKP'ê rexne kirin. Kaya bang li hemû kesî kir ku dengên xwe bidin HDP'ê.
Namzetên HDP'ê Hulya Îmak û Aynur Gurbuz jî li taxa Pinar a Esenyurtê tevlî bernameyê bûn. Îmak diyar kir ku jin dê hemû bendavan hilweşînin. Piştî bernameyê buroya hilbijartinê vekirin. Namzetên HDP'ê yên din Abdulhekîm Daş û Cemîle Akgun jî lKomeleya Dêrsîmiyan û Komeleya Meletiyan ên li Başakşehîrê ziyaret kirin.
DÊRSÎM
Namzetên HDP'ê yên Dêrsîmê li taxa Sihenk tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Hevşaredarên Dêrsîmê, rêvebeêrn DBP, HDP, DHF, Partîzan, EMEP, ESP û gelek welatî tevî vekirina bûroyê bûn. Namzeta HDP'ê ya Dêrsîmê Edîbe Şahîn diyar kir ku ew dê bi hêz têkoşînê bikin û ser bikevin. Namzetê din ê Alîcan Onlu jî wiha got: "Êdî mahkumiyeta gelan çênabe." Piştî axaftinan vekirina buroyê pêk hat.
MELETÎ
Namzetên HDP'ê yên Meletî jî di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de 5 buroyên hilbijartinê vekirin. Di buroya li Kolana Yeşîlyurt a taxa Paşakoşku hate vekirin gelek welatî tevlî bûn. Piştî merasîma li vir namzet bi welatiyan re tevlî bernameya Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal li dar xist bûn.
AMED
Namzetên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp, Hevşaredara Bismilê Cemîle Emînoglu, rêveberên HDP û DBP’î li cadeya Ankara ya taxa Altiokê buroya hilbijartinê ya jinê vekirin. Di vekirinê de yîgîtalp axivî û bal kişand li ser girîngiya buroya hilbijartinê ya jinê û got ku li Tirkiyeyê buroyên hilbijartinê yên jinê yekem car ji aliyê HDP’ê ve tên vekirin. Uca jî di axaftina xwe de got ku ji bo di pêvajoya çareseriyê de destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bibe dengan bidin HDP’ê. Uca anî ziman ku AKP li herêmê lîstikên qirêj pêk tîne, serî li provokasyonan dide. Ucu xwest hemû kesk ji bo azadiya Ocalan û biratiya gelan dengên xwe bidin HDP’ê.
Li taxa Deriyê Merdînê ya navçeya Surê ya Amedê jî bi tevlibûna welatiyan HDP'ê buroya hilbijartinê ya Ciwanan vekir. Ligel Namzetê HDP'ê Altan Tan, rêveberên DBP'ê, hevşaredarên navçeya Surê û gelek welatî tevî vekirina buroyê bûn.
Namzetê HDP'ê yê Amedê Altan Tan anî ziman ku hilbijartin ji bo wan pir giringe û wiha axivi: "Em dê bi destûra Xwedê bendevê derbas bikin. Ev hilbijartin ji bo me gelek girîng e. Serokwezirê Tirkiyê dixwazê bibe Serok û Sultan. Em sultan û padîşahan naxwazin."
Piştî axaftinan vekirian buroyê hate vekirin.
ÎDIR
Namzetên HDP’ê li bajaroka Halfelî ya Îdirê buroya hilbijartinê vekirin. Namzetên Îdirê M. Emîn Adiyaman û Kiznaz Turkelî, Hevşaredarên Îdirê Şaziye Onder û Murat Yîkît beşdarî vekirina buroyê bûn. Şaredarê Halefliyê yê berê Mehmet saritaş ewil axivî û got ku dema ew li wêneyên gerîlayên HPG, PKK û YPJ’ê dinêrin dibêjin ev yek tenê ji bo xwedîlê derketina HDP’ê bes e. Piştre namzetê HDP’ê M. Emîn Adiyaman axivî û got ku ew bi saya ked û bedelên hatine dayîn li vir in. Adiyaman bilêv kir ku Erdogan û AKP ji bo 400 parlamenteran derxînin zarokên xizanan şandine Tendurekê mirinê. Kiznaz Turkelî jî di axaftina xwe de got ku HDP partiya gel, ziman, ol û nijadan e û ji ber vê yekê jî ew di HDP’ê de ye.
WAN
Hevparên KJA’yê li Wanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de civîn ili dar xist. Civîn li Dibistana Siyasetê ya DBP’ê ya Jinê pêk hat û li vir xebatkara KJA’yê Nuran Yilmaz axivî û anî ziman kul i hemû navçeyan komîsyonên xweser ên jinê ava kirine. Yilmaz wiha got: “Jinên wanî bi heman kadroyên xwe dest bi xebatên hilbijartina 2015’an kirin. Li taxan çend sandoq tên danîn, çend kes peywirdar in divê em plansaziya vê yekê bikin.”
BEDLÎS
Li Bedlîsê jî xebatên HDP’ê bênavber didomin. Li navçeya Norşînê buroya hilbijartinê hate vekirin. Namzetên HDP’ê yên Bedlîsê Mizgîn Irgat, Mahmut Celadet Gaydali û Zeynel Omay beşdarî merasîma vekirinê ya buroya li cadeya Mûşê hate vekirin bûn. Ewil rêz hate girtin û piştre Omay axivî. Omay got ku hilbijartinên 7’ê hezîranê têkoşîna bindest, mazlum û gelê Kurd e.
Piştî Omay, mizgîn Irgat axivî û bal kişand li ser hilbijartinên herêmê ya 2014’an got ku çawa wê demê Norşînê rola xwe lîstiye dê 7’ê Hezîranê de jî ji bo referanduma azadiya Kudistan û Tirkiyeyê rola xwe bilîze. Irgat bilêv kir ku di referandumê de yekîtî, azadî û demokrasî derkeve. Irgat da zanîn ku ji o pevajoya muzakereyê berdewam bike, zindan vala bibin û Rêberê Gelê Kurd Ocalan azad bibe ew ê 3 parlamenteran jî ji Bedlîsê derxînin.
Piştî axaftinan buro hate vekirin û esnaf hatin ziyaretkirin.
ŞIRNEX
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî meşa hat lidarxistin buroya hilbijartinê ya 3'emin li Kuçeya Hunerê hat vekirin. Welatiyên li ber avahiya HDP'ê kom bûn bi alên HDP'ê û dirûşmyên "Bijî serok Apo" heta Kuçeya Hunerê meş hat lidarxistin. Di meşê de Parlementer û namezetê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, namzetên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Birlik, Aycan İrmez, Ferhat Encu, Hevşaredaran Cizîrê Leyla İmret, Alikarê Serokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan Aslan û gelek saziyên sivil û hemwelatî amade bûn. Girseya gihiştiye Kuçeya Hunerê ji bo kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin.
Namzetê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu destnîşan kir ku HDP ji bo hemû gelan aşitî dixwaze û ev xwastek kelecanek mezin dide hemû gelan. Encu diyar kir ku ew ê li Şirnexê serkeftînekî baş bi dest bixin.
Piştî axiftinan namzetan bi hevra buroya hilbijartinê vekirin.