11. Kongreya Yekîtiya Neteweyî li Moskowa destpê kir

Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd ên li qada Essengê xebata xwe dide meşandin, kongreya xwe ya 11. lidar dixe.

Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd ên li qada Essengê xebata xwe dide meşandin, kongreya xwe ya 11. lidar dixe.

11. Kongreya Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd li paytexta Rûsyayê Moskowa li avahiya Mala Kurdan saet di 10:30'an de destpê kir. Ji Kazakîstan, Ermenîstan, Ûkrayna, Kirgizîstan, Azerbaycan û Rûsya delege beşdarî kongreyê dibin.

Axaftina vekirina kongreyê ji hela Serokê Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd Mêrab Şamoyev ve hat kirin. Şamoyev di axaftina xwe de bal kişand ser girîngî û rewşa siyasî ya li heremê û got: "Hem li welatê me hem jî li qada ku em lê dijîn û xebatê xwe dimeşînin pêşveçûnên pir girîng pêk tên. Di rewşek wisa girîng de lidarxistina 11. Kongreya Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd ji bo me girîng û bi wate ye. Bi vê kongereyê re pêwîste em bi her awayî xwe bi welatê xwe re bikin yek."

Piştî axaftina vekirinê, wê xebat û rewşa Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd werin nirxandin.

...