Yuksekdag: Dema civak tengav bû, HDP'ê şewq da

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag got, "Ronahiya HDP'ê, li dijî tarîtiya AKP'ê tevahiya welat ronî kir û qadeke hevgirtina hemû gelan afirand." Yuksekdag destnîşan kir ku provokasyon wê bi ser nekevin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mîtînga li Awûstûryayê de axivî û got, "Ronahiya HDP'ê, li dijî tarîtiya AKP'ê tevahiya welat ronî kir û qadeke hevgirtina hemû gelan afirand." Yuksekdag destnîşan kir ku provokasyonên AKP'ê wê bi ser nekevin.

HDP'ê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, mîtîngek lidar xist.

Di mîtînga li Qada Azadiyê de alên HDP û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk hatin hilgirtin. Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dan destpê kir û dûre koma jinên Elewî stranên xwe yên bi Kurdî û Tirkî pêşkêş kir.

Ji SPO Tanja Wehsely û ji Partiya Keskan Bêrîvan Aslan li vir axivîn û ji HDP'ê re serketin xwestin.

'LI DIJÎ TARÎTIYA AKP'Ê EM Ê WELÊT RONÎ BIKIN'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di axaftina xwe ya ji bo beşdarên mîtîngê de got, "Coşa we ya li vir bi qasî afirandina desthilatdariyeke nû ya gel a HDP'ê xurt e. Hêza me sînoran nas nake. Hêza me bend û astengiyan nas nake."

Yuksekdag di dewama axaftina xwe de da xuyakirin ku di nava 13 salên AKP'ê hewl da desthilatdariya xwe zexim bike de, hewl hatiye dayîn hilberîneriya gelên Tirkiyeyê ji holê bê rakirin û got, "Gelên Tirkiyeyê mehkûmî bê alternatîfiyê kirin. Pêşgotinek heye dibêje; 'dema cih lê teng nebe, qûl nabêje ya Xwedê'. Ronahiya HDP'ê, li dijî tarîtiya AKP'ê tevahiya welat ronî kir û qadeke hevgirtina hemû gelan afirand."

Yuksekdag anî ziman ku HDP kevneşopiya şoreşgerên weke Mazlûm Dogan, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya temsîl dike û destnîşan kir ku Elewî, hemû mirovên li cihêkariyê rast hatine, jin û hemû cihêrengî di nava HDP'ê de tên temsîlkirin.

'EM Ê ENCAMA HEWLDANA XWE DI SINDOQAN DE NEDIN XWARIN!'

Yuksekdag bal kişand ser provokasyonên ku AKP çêdike û wiha dewam kir, "Ji ber baş dizanin ku dawiya wan hatiye her cure kemînan li hember HDP’ê datînin. Hikmê AKP’ê yê di dîrokê de diqede. Lê em dîrokeke nû dinivisînin. Li hember pêşketina HDP’ê ketin nav tirs û panîkê. Hê 8’ê Hezîranê nehatiye di bin wê xirbeya bendê de man. Di genên wan de çanda demokrasiyê nîne, feraseta demokrasiyê nîne. Hewl dan pêvajoya çareseriyê li hember me bikar bînin. Tevahiya 13 salan hêviyên gelên Tirkiyeyê mîna ew çareseriyê tînin di sindoqên hilbijartinan de bikar anîn, veguherandin ranta siyasî. Em ê encamên hewldanên xwe yên ji bo aştî û çareseriyê di sindoqan de bi wan nedin xwarin.”

Xwestin hem pêvajoya aştiyê hem jî pêvajoya hilbijartinê bi komploya Giyadîn berhewa bikin. Ji ber pir baş dizanin ku em ê qezenc bikin, hewl dan vê qezencê bi xwîn û mirinê asteng bikin. Lê êdî kêmînên wiha bi xwîn di destê yên dikin de diteqe û ji niha û pê ve her kemîna deynin û her çeka berê wê bidin me wê di destê wan de biteqe."

Yuksekdag di axaftina xwe bal kişand ser serketina Kobanê jî û diyar kir wê bi serketina di hilbijartinan de vê serketinê dewam bikin. Yuksekdag bang li gelên li Ewropayê kir ku dengên xwe bikar bînin.  

Yuksekdag di axaftina xwe de ji ber dewleta Tirk Qirkirina Ermeniyan nas nekir nerazîbûn nîşan da.

...