Şervana YPJ’ê Aydogan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Hasret Aydogan (Raperîn Reşîd) a li Kantona Efrînê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Hasret Aydogan (Raperîn Reşîd) a li Kantona Efrînê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate definkirin. Bavê Aydogan Alî Aydogan di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Keça min şehîda Kurdistanê ye. Em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Em ê di rêya Raperîn de bimeşîn û xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin."

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Hasret Aydogan (Raperîn Reşîd) a li Kantona Efrînê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate definkirin. Cenazeyê Aydogan ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER'ê ve anîn bajar û di ketina navçeya Misircê ve ji aliyê girseyê ve hate pêşwazîkirin û anîn Sêrtê. Di ketina bajar de konvoya cenaze ji aliyê zêdehî deh hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê darbesta şervana YPJ'ê a bi alên kesk, sor û zer hatibû pêçandin ji wesayîtê hate wergirtin û ji aliyê jinan ve li ser milan ber bi goristanê ve birin. Di meşê de dirûşmên, "PKK gel e gel li vir e", "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin. Piştî wecîbeyên olî yên li goristanê cenaze bi dûayan hate definkirin. Piştre rêzgirtin pêk hat.

Nûnera MEYA-DER'ê ya Sêrtê Berîvan Karakoyun di merasîma cenaze de axivî û diyar kir ku ew ê heya dawî xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin û wiha got: "Li ser Rojava gelek lîstin hatin lîstin. Lê serketina Kobanê ev lîstik hemû vala derxistin. Hemû cihanê şahidiya lehengiya YPJ û YPJ'iyan a di berxwedana Kobanê de kir."

'HETA MÊTINGERÎ BERDEWAM BIKE EM Ê ŞER BIKIN'

Bavê Şervana YPJ'ê Aydogan Alî Aydogan jî wiha got: "Keça min şehîda Kurdistanê ye. Em ê heya dawî xwedî li şehîdên xwe derkevin. Em ê her tim di rêya Raperîn de bimeşin û xwedî li têkoşîna azadiya xwe derkevin." Meta Şervana YPJ'ê Kadriye Aydogan jî diyar kir ku divê hemû kes layîqî kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bibin û wiha got: "Me du şehîd dan. Niha du zarokên me ji bo gel şer dikin. Heta zext li ser Kurdan bidomin û mêtingerî berdewam bike şer wê berdewam bike."

Piştî merasîma li goristanê girse derbasî buroya hilbijartinê ya li Kolana Tîllo bû û taziye qebûl kirin.

Hate zanîn ku wê ji bo Şervana YPJ'ê Aydogan sibê li Taxa Kuçuk Kirim a navçeya Ceyhanê ya Edene konê sersaxiyê bê vedan.

...