Li 5 navendan kongreyên NCDK’ê
Bajarên Bensheîm û Aschaffenbûrg ên Elmanyayê, bajarên Marsîlya û Normandiya yên Fransayê û banliyo Vîllîer le Bel a Parîsê kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk anîn.
Bajarên Bensheîm û Aschaffenbûrg ên Elmanyayê, bajarên Marsîlya û Normandiya yên Fransayê û banliyo Vîllîer le Bel a Parîsê kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk anîn.
Li bajarên Bensheîm û Aschaffenbûrg ên Elmanyayê, bajarên Marsîlya û Normandiya yên Fransayê û banliyo Vîllîer le Bel a Parîsê kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hatin.
BENSHEÎM
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Bensheîm ê Elmanyayê 2. Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Endamên NCDK’ê yên nû hatin hilbijartin diyar kirin ku di pêvajoya nû de wê peywira xwe bînin cih.
Ji bo hevserokatiya NCKD’ê Ayne Yalçin û Abdulkahîr Arslan hatin hilbijartin. Hevserokan peywira xwe dewr girtin û diyar kirin ku ji bo ji pirsgirêkên civakê re bibin bersiv, wê bi hemû hêza xwe bixebitin.
ASCHAFFENBÛRG
Li bajarê Aschaffenbûrg ê Elmanyayê jî NCDK’ê 2. Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Gelek delege beşdar bûn û meclîseke ji 41 kesî pêk dihat, hat avakirin. Biryar hat girtin ku hevserok jî di civînek din de bên diyarkirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya a Fransayê jî kongreya NCDK’ê pêk hat û 400 delege beşdar bûn. Rêz hat girtin û nirxandina pêvajoya siyasî ya hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hat xwendin.
Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan axaftinek kir. Ceylan got ku li Kobanê çeteyên DAIŞ’ê û hêzên YPG-YPJ’ê di pevçûnê de ne û hemû cîhan bûye şahidê serketina YPG û YPJ’ê. Ceylan bi lêv kir ku wê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bi derbaskirina bendê ya HDP’ê re wê bibin şahidê serketinek nû.
Ceylan da zanîn ku ger Kurd û Tirkên li Marsîlyayê dijîn bi hişmendiya berpirsyariya dîrokî tevbigerin wê hewldana wan bi serketinê tacîdar bibe.
Piştî axaftinan rapora xebatê ya salekê hat xwendin. Di kongreyê de 66 endamên NCDK’ê hatin hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê jî Sevgî Yavaş û Yilmaz Açikyuz hat hilbijartin.
VÎLLÎER LE BEL
Gelek kes beşdarî kongreya ku li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a banliyo Villiers le Bel a Parîsê pêk hatin bûn.
Rêz hat girtin û dîwana kongreyê hat hilbijartin. Hat gotin ku li ser esasê îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şerê pergalê tê meşandin û di vê nuqteyê de berxwedana Kurdan malê cîhanê bûye. Hat gotin ku divê di pêvajoya hilbijartinan de zêdetir rêxistibûn û pratîk pêk bê.
Rapora dema buhrî hat xwendin û meclîseke ji 57 kesî pêk dihat, hat hilbijartin û ji bo hevserokatiyê jî Saniye Ayik û Suleyman Çakmak hatin hilbijartin.
Komîsyonên rêxistinbûn, çand, bawerî, têkiliyên derve, ziman, ciwan, aştî û lihevkirinê hatin hilbijartin.
NORMANDIYA
Li Normandiya Fransayê jî NCDK’ê kongreya xwe ya 2. pêk anî. Kongre bi beşdarbûna 150 kesî û rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên NCDK’ê axaftin kirin. Kongre diyarî Umut Yalçin ê piştî pîrozbahiyên Newrozê di qezaya trênê de jiyana xwe ji dest da, hat kirin.
Rapora xebata salekê hat xwendin. Ji bo hevserokatiyê Mehmet Şah Karataş û Elîf Yolcu hatin hilbijartin. Meclîsek ji 57 kesî hat avakirin.