Jina HDP'yî li êrîş û tacîza polîsan rast hat
Jina bi navê T.Y. a di merasîma bîranîna Qirkirina Ermeniyan a rêxistina HDP-HDK a Kadikoyê de bi lêdanê hat binçavkirin, derket holê ku polîsan bi dest tacîz lê kirine.
Jina bi navê T.Y. a di merasîma bîranîna Qirkirina Ermeniyan a rêxistina HDP-HDK a Kadikoyê de bi lêdanê hat binçavkirin, derket holê ku polîsan bi dest tacîz lê kirine.
Jina bi navê T.Y. a di merasîma bîranîna Qirkirina Ermeniyan a rêxistina HDP-HDK a Kadikoyê de bi lêdanê hat binçavkirin, derket holê ku polîsan bi dest tacîz lê kirine. T.Y. ji ANF'ê re axivî û diyar ku dema ew sipartiye dîwêr polîsan bi taybetî dest dane qorika wê. Parêzer Tamer Dogan jî da xuyakirin ku ew ê giliyê polîsan bikin.
'MÎNA KU GEMARÎ BÛME XWE HÎS DIKIM'
Polîsên sivîl ên ku 6 ciwanên HDP'yî bi hinceta di bîranînê de pankart vekirine kirin binçavan, derket holê ku bi dest tacîz li jineke bi navê T.Y. kirine. T.Y. a bi lêdanê hat binçavkirin û 24 saetan li Qereqola Rihtimê hat ragirtin, hovîtiya bi serê xwe de hat wiha anî ziman: "Bi qasî deh polîsên sivîl ên bi ser mil de hatin, li min xistin. Polîsên li serî û golimên min dan, berê min dan dîwêr û ji pişt ve destê min kelepçe kirin. Piştre gelek caran dest dan qorik û rûyê min û bi destan tacîz kirin. Sixêfên gelekî xerab li min kirin û tiliyên xwe xistin bêvila min. Ji ber ku rûyê min girtin, min nekarî wan teşhîs bikim. Komîserê Şaxê Ewlekariyê yê bi navê Mûrat jî ku timî gef li me dixwar bi gotina 'Meraqan nekin ez li vir im' henekê xwe bi me dikir. Mîna ku gemarî bûme xwe hîs dikim. Dixwazim ev polîsên tacîzkar bên cezakirin."
DESPOTÎZMA POLÎS SÎNORAN NAS NAKE!
Parêzer Tamer Dogan jî diyar kri ku ji ber lêdan, îşkence û tacîzê ew ê giliyê polîsan bikin. Dogan anî ziman ku meşa rêxistina HDP-HDK'ê ya Kadikoyê di çarçoveya qanûnî de hatiye kirin, rê nehatiye girtin, pevçûn nebûye û destnîşan kir ku polîsên ji Qanûna Ewlekariya Hundir hêzê werdigirin, nekarî xwe li pankarta li ser qirkirinê rabigirin. Dogan da zanîn ku her çend zerar li tiştekî nebûye jî, ciwanên hatine binçavkirin şopa tiliyên wan hatine girtin û ciwanên ku diviyabû piştî wergirtina îfadeyê bihatina berdan, bi awayekî kêfî tevahiya şevê li qereqolê hatine ragirtin.
Dogan got, "Despotîzma polîs sînoran nas nake" û ragihand ku divê demek beriya demekê pêşî li vê bê hiqûqiyê were girtin.