Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê koma ji Rennesê ve dewir hat girtin
Nobeda azadiyê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, bê navber dewam dike.
Nobeda azadiyê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, bê navber dewam dike.
Nobeda azadiyê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, bê navber dewam dike.
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir, di hefteya 149. de ji aliyê koma ji çar kesan a ji bajarê Rennes û derdora wê dewir hat girtin.
Endamên komê ku duh nobed ji endamên Tevgera Jinên Ciwan ên ji Elmanyayê dewir girtin, ji ber hewldanên wan ên di nava hefteyê de spasiyên xwe pêşkêşî çalakgerên jin kirn. Çalakgerên din di tevahiya hefteyê de, ji ber rûniştinên li Konseya Ewropayê xebateke berfireh meşandin, bi hezaran belavok û zêdeyî hezar biyograffî û broşurên li ser jiyana Ocalan belav kirin.
Li ser navê koma ku di roja 1035 de çalakiya nobedê dewir girt de endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Rennesê Yûsûf Iyîbaş peyivî û anî ziman ku heta ji wan bê ew ê hewl bidin di nava hefteyekê de xwe bigihînin gelek mirovan.
Iyîbaş got, "Weke Kurdistaniyan ji bo azadiya Rêberê xwe em li vir in. Ji bajarê Rennesê em hatine û dixwazin hefteyek be jî, vê wezîfeya xwe bicih bînin."
Rasîm Bîngol ê ji bajarê Rennesê beşdarî çalakiyê bûye anî ziman ku bi vê çalakiyê re ew dixwazin tevkariyê li hewldanên ji bo azadiya Ocalan bikin û got, "Em bang li hemû welatparêz, demokrat û dostên xwe dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin."
JI BO AŞTIYÊ BAL HAT KIŞANDINS ER ROLA OCALAN
Çalakgerê ciwan ê bi navê Levet Kaya jî bal kişand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê û berxwedana li Rojava û got, "Sedema tevlîbûna min a li vê çalakiyê daxwaza azadbûna Serokê me ye. Her wiha bi vî rengî dikare destek ji têkoşîna li Rojava re were dayîn. Her wiha ji ber hilbijartinan divê hemû welatparêz cihê xwe di nava xebatan de bigirin."
Endamê Komîsyona Ciwanan a Navenda Civaka Demokratî a Rennesê Ferhat Karaca jî ragihand, ku ji bo aştiyê divê her kes bikeve bin bar. Karaca got, "Aştî bi azadiya Rêberê me dibe û heta ew azad nebe em ne bawer in aştî were."
Li aliyê din, ji bo destekkirina çalakiya nobedê ji bajarên cuda Kurdistanî tên serdanê. Komek ji Kurdistaniyên ji paytexta Fransa Parîsê hatin, çalakgerên Nobeda Azadiyê ziyaret kirin.
Nobeda ji Ocalan re Azadî, ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, weke çalakiya herî demdirêj û bê navber a Kurdistaniyên li Ewropayê dewam dike. Heta niha bi qasî 800 kes bi 149 koman cihê xwe di çalakiyê de girtine û bi sed hezaran belavok hatine belavkirin.