Serokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn tevlî xwarina piştevaniyê ya ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Wanê ve hat organîzekirin bû got, “Ez ji dil dibêjim. Plan li Enqereyê çêkirin. Bi Waliyê Agiriyê re provokasyoneke mezin amade kirin. Armanca wan ev bû ku 10 cenazeyan bişînin bajarên Tirkiyeyê. Xwedê bistirîne wê cenaze şandibana 10 bajarên Tirkiyeyê û wê li her cihî HDP dabana ber keviran.”
Ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Wanê ve bi gel re xwarina piştevaniyê hat organîzekirin. Hevşaredar, hevserokên HDP û DBP’ê yên bajêr, namzetên HDP’ê, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl jî di nav de nêzî 2 hezar kes beşdar bûn. Salon bi flamayên HDP’ê hat xemilandin.
HAYVA: JIYANA NÛ ÊDÎ BÛYE MECBÛRIYETEK
Destpêkê Hevseroka HDP’a Wanê Derya Hayva axivî. Hayva got, “Jiyana şaş rast nayê jiyîn. Ev gotineke wiha ye ku ji duh heta îro ji îro heta sibê qîmetê xwe winda nake. Lewma em dibêjin jiyana nû. Em dibêjin em ê jiyana nû ava bikin. Jiyana nû êdî bûye mecbûriyetek.”
Piştî Hayva, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş diyar kir, pêwîst e pêvajoyeke ku neynûka kesekî bi xwîn nebe bijîn û çi bikeve ser milê HDP’ê wê bikin. Demîrtaş got, “Wan got, 'Em ê ji bo aştiyê jehrê jî vexwin’ lê di beyannameya hilbijartinê de pêvajoya çareseriyê bicih nekirin. Eger pêvajoya çareseriyê ji wan re dengan neyne ne bi qîmet e. Tişta li Agirî kirin we dît. Ez ji dil dibêjim. Plan li Enqereyê çêkirin. Bi Waliyê Agiriyê re provokasyoneke mezin amade kirin. Armanca wan ev bû ku 10 cenazeyan bişînin bajarên Tirkiyeyê. Xwedê bistirîne wê cenaze şandibana 10 bajarên Tirkiyeyê û wê li her cihê HDP dabana ber keviran.”
Demîrtaş anî ziman ku dema bûn îktîdar wê ji birçîbûn û xizaniyê re bibin çare, li her taxê wê navendên zad û qut vekin û got, “Eger li welatekî zarok birçî radizên, lanet li wê dewletê û îktîdarê be.”
Demîrtaş piştî axaftina xwe ji Wanê veqetiya.