Baydemîr: Hikûmet propagandayek reş dike

Namzetê HDP’ê yê rêza yekemîn ê Rihayê Osman Baydemîr tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya navçeya Pirsûsê ya li ser sînorê Rojava bû.

Namzetê HDP’ê yê rêza yekemîn ê Rihayê Osman Baydemîr tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya navçeya Pirsûsê ya li ser sînorê Rojava bû. Hevserokên HDP’ya Sevda Çelîk Ozbîngol û Ridvan Yavuz, Hevseroka DBP’ya Riha Yasemîn û Hevserokê HDP’ya Pirsûsê Suphî Koçyîgît jî tevî Baydemîr tevlî merasîma vekirina buroyê bûn.

Ji ber rêya qelebalix a navçeyê, Baydemîr ji bo tevlî merasîma buroyê bibe, tevî Pirsûsiyan bi peyayî çûn. Piştî gihişt buroyê ji gel re axivî.

Baydemîr di axaftina kir de diyar kir ku  bi qasî dîroka zilmê, dîroka berxwedanê jî heye û wiha axivî: “Yên ku dixwazin berxwedanê bibînin bila li dîroka Kurdan binêrin. Ji Şêx Seîd heta îro, ji Mele Mustefa Barzanî heta îro, ji Seyîd Riza heta îro, ji Hosta Bedîuzeman heta îro, ji Mazlum Dogan heta Necmettîn Buyukkaya, ji Leyla, Sakîne, heta şehîdên me yên Kobanê, vî gel ti carî stûyê xwe li hemberî zilmê xwar nekir û wê xwar neke.”

Baydemîr got: “Îro banga ji bo aliyê din ê sînor e” û wiha axivî: “Birayên min ên li aliyê din ê sînor bila bizanin ku em deyndarê we ne. Di dirêjahiya 80 salan de dewletê kengî zilm li me kir em hatin Rojava, Kobanê, Cizîrê, Qamişloyê. Niha jî dora Bakur e.” Baydemîr bal kişand ser êrîşên hovane yên DAIŞê li hemberî Kobanê, Şengal, Kerkûk û Mexmûrê û got: “Şikir ji Xwedê re zarokên Kurd HPG, YPG, YPJ û pêşmergeyan li Mexmûrê, Şengalê, Kerkûk û Kobanê dest dan destê hev, di dan dilê hev û nirxên mirovahiyê parastin.”

‘HIKÛMETÊ BENZÎN BI SER AGIRÊ LI SÛRIYEYÊ DE KIR’

Baydemîr polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên li hemberî Sûriyeyê rexne kir û şiband “benzîn bi agir de dirijîne”. Baydemîr destnîşan kir ku hikûmet careke din destê xwe yê qirêj û tarî dad destê DAIŞê û got: “Dest da destê Barbarîzmê. Serokwezîr got, aha Kobanê ket, wê bikeve. Lê Kobanê neket, rûpoşa wan ket. Para hikûmeta AKP’ê di her dilopek xwîna li Sûriyeyê dirije de heye.”

Baydemîr diyar kir ku ji bo Kobanê ji nû ve bê avakirin, ji bo paradîgmaya Rojava li hemû Rojhilata Navîn bê pêkanîn divê HDP biçe parlamentoyê.

PARLAMENTOYA BÊ HDP NIKARE AŞTIYÊ PÊK BÎNE

Baydemîr bal kişand parlamentoya bê HDP nikare aştiyê pêk bîne û got: “Ji bo mafên Kurdan bikevin bin ewlehiyê, ji bo pişta heyet û Birêz Ocalan ê pêvajoyê dimeşînin qewîm bibe, ji bo aştiyeke bi rûmet pêk bê, divê HDP benda hilbijartinê derbas bike. Çawa ku gelê me li Riha û Pirsûsê dest dan destê birayên xwe yên li Kobanê, divê em li vir jî destê xwe bigihînin destê hemû birayên xwe yên li vê derê.”

Baydemîr destnîşan kir ku di roja 7’ê Hezîranê de dadgeh tê danîn û got: “Dadger jî hûn in, dozger jî hûn in, parêzer jî hûn in, yên ku wê deriyê jiyaneke nû vekin jî hûn in.

Dayikên hêja dema hûn çûn ser sindoqê mohra xwe ewqas lê bixin ku bila kerrên li Enqereyê bibihîsin.”

‘TIRS XWE BERDA DILÊ TIRKIYEYÊ’

Baydemîr destnîşan kir ku niha li ser zimanê hikûmetê propagandayek reş heye û wiha domand: “Dibêjin wê HDP ol ji holê rabike. Ev çi derew e? Derew û bêbextî karê wan e, ew karê xwe dikin. Elhemûdlîllah em ji ol û dîn ji Serokatiya Daîreya Karûbarên Diyanetê fêr hîn nebûne.”    

Baydemîr got: “HDP îtîfaqa Kurd, Ereb, Tirk, Tirkmen, Laz, Çerkez û hemû gelan e. HDP yekîtî ye piranî ye. Di îtîfaqa bi HDP’ê re xêr heye. Ji ber vê jî êdî tirs xwe berdaye dilê AKPê.”

...